amojgarî
Li pirtûka:
            Geşey Ewîn
        Berhema:
                Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
        
             1 Xulek
             1899 Dîtin
        
        
    
                lew kateda şoxe kiçêkî nazdarit
kird be bûkî naw jûreket
dexîlit bim, agat lê bê
bonî pencekanim nekat, le gułdan û leser taq û pencereket.
ke pêy witî:
«bonî to gułêkî hełwerîw dête lûtim»
biłê: «gyane, diłnyabe, cige le to,
gułêk nîye lem cîhane»
nekey nawî min bihênî
bextewerî le jûreket bitorênî!
eger hatû jinêkit dî
bejnî be xem dapoşîwe
çawanî kiz û xembar
lêwekanî wişk hełgeřaw
be şêweya yadit kirdim
daneçłekî
nełêy wêney em hejare
le elbomî řabirdûma yadgare
			
            
        kird be bûkî naw jûreket
dexîlit bim, agat lê bê
bonî pencekanim nekat, le gułdan û leser taq û pencereket.
ke pêy witî:
«bonî to gułêkî hełwerîw dête lûtim»
biłê: «gyane, diłnyabe, cige le to,
gułêk nîye lem cîhane»
nekey nawî min bihênî
bextewerî le jûreket bitorênî!
eger hatû jinêkit dî
bejnî be xem dapoşîwe
çawanî kiz û xembar
lêwekanî wişk hełgeřaw
be şêweya yadit kirdim
daneçłekî
nełêy wêney em hejare
le elbomî řabirdûma yadgare