kelebçe

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  701 Dîtin
tałê le pelkezêřîney yadekantim
best be qamkî şî’rêkewe
bo wey her katê eybînim,
mûçřikî oxey û xozga bê be diłma û
bergey xemî dûrît bigirim
êsta ew tałe zeřkefte hełkişawe
kelebçeye û le meçekî henasekanim aławe
çend bicûłêm zyatir le gyanim tund ebê û
le xezanî xoşewîstî û giř baranî dûrîy toda
oxey jaka... xozgem be pelkezêřîne