gyanim be fîday sîneyî sedçakî medîne

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  1240 Dîtin
gyanim be fîday sîneyî sedçakî medîne
cêy cîlweyî řewzey şehî lewlakErebîy medîne
bo dîdeyî dił ba’îsî enwarî hudaye
yek zeřře le kiḧil albisirErebîy xakî medîne
lay ’arîfî kamîl nîye sed cennetî mew’ûd
xoştir le beheştî xes û xaşakî medîne
çawî min û to kwêre meger ehlî keramet
çaw dînî bigate ḧedî îdrakî medîne
estûneyî ḧennanet eger bîstuwe řase
ew şahde bo qelbî şe’efnakî medîne
wa çake bikem sîneyî xom çak be zarî
bigrîm û biłêm destî min û çakî medîne
her zeřře le yesrîb felekêke be fexamet
řoḧim be fîday gerdişî eflakî medîne
řewzey wekû fîrdewsî şehenşahî ulul’ezim
meşḧûr ne le cêy boseyî emlakî medîne
bo nûrî diłî ehlî besîret nîye tahîrNasnava edebî
dermanê wekû menzerî řûnakî medîne