wefa wek mîhrî mehřûyan nemawe

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  736 Dîtin
wefa wek mîhrî mehřûyan nemawe
sefa wek sozî bê payan nemawe
le yek piçřawe zencîrî mewasîq
’uhûd û we’de û peyman nemawe
diro sermayeye bo nakes û kes
me’azalilhErebî meger îman nemawe
umêdî řojî wesłe hênde tarîk
ke tarîkey şewî hîcran nemawe
le diłda leşkerî ẍem dabezîwe
ke cê bo xêwetî sułtan nemawe
temî ẍem deştî sîney çeşnê dagirt
ke basî řûmetî canan nemawe
be em derde geyşit ’umirim be axir
mecałî xwardinî derman nemawe
meger kîştim be narî hîcreket sût
kewa basî xele û xerman nemawe
be meḧrûmî weha meşhûre tahîrNasnava edebî
ke nawî piř ẍemî ḧîrman nemawe