bebê şem’î cemałit meclîsî perwane bê nûre

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  796 Dîtin
bebê şem’î cemałit meclîsî perwane bê nûre
bebê gułzarî ḧusinit bulbulî dêwane meẍdûre
çi ẍem firmêskî min ger ba’îsî şadî řeqîbane
bełê lay pyawî nadan qîmetî duřdane mestûre
cezay ’uşşaqî sadiq mîḧnete û behrey řeqîb řaḧet
nesîbî merdî cahil ’îzzete û ferzane meqhûre
le kuncî tarî diłda nûrî to bê xoş û awaye
bebê yadî cemałit her dû ’ałem xanexapûre
le min ’eqił û dił û dîn dirj û řûgerdan û torawe
meger te’sîrî mîhrî diłberî canane lêm dûre
deken lomem leser ’îşqit hemû qewm û kes û karim
emêsta şî’ir û asarim lekin bêgane menzûre
le ah û nałe men’î tahîrNasnava edebîy aware bê sûde
ke mestanî meyît lem nałeyî mestane meẍdûre