butî bałanemam serwî beheştî tel’ete cafe

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  1009 Dîtin
butî bałanemam serwî beheştî tel’ete, cafe
lebî kewser qedî tûba řuxî wek cennete, cafe
’eşîrey nazî tîparaye bo şoř û şeř û ẍewẍa
le nawçey gyan û diłda wa xerîkî ẍarete, cafe
ełên ew afetî dîn û dił û danayî û ’eqłe
kewa xawenişko û bêbak û saḧîb şewkete, cafe
be şimşêrî biro û dişney bijangî cergî pey kirdim
dyare ey řefêqan dûr le řeḧim û şefqete, cafe
wekû şe’ray yemanî katî ’îşwe serd û bêbake
ełêy payîze nazî piř le lerz û sexłete, cafe
nîgahî dił deba û neş’ey kelamî řaḧetî gyane
peyamî mîḧnetengêze, wełamî řeḧmete, cafe
terîdey řêy diłe cerdey qumaşî şadî û şewqe
çepawî xêłî gyan bo ew hemîşe ’adete, cafe
ře’îsî mahřûyan amîr û ser’êlî xûbane
emîrî mułkî ’îziz û naz û sam û setwete, cafe
le basî ḧusnî ew mehřûye tahîrNasnava edebî gêc û ḧeyrane
bełê şayanî sed ne’it û sipas û medḧete, cafe