tabekey bitlêm be êşî derdî bê dermanewe

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  743 Dîtin
tabekey bitlêm be êşî derdî bê dermanewe
tabekey bimirim le daxî řencî bê payanewe
çawme piř firmêskî ḧesret, lêwme piř ahî cefa
diłme hełqirça be kiłpey agirî ḧîrmanewe
daxî meḧřûmî le cîsim û řoḧ û diłma zahîre
besye îstîẍna be tenz û te’in û tałî zwanewe
to wekû leylî be meylî bin selamê maylî
min wekû mecnûn be wêłî kewtime kêwanewe
to be lêwî le’lewe her pêkenîne mayeket
bêłe ba min her binałênim bedem giryanewe
boç minî aware meḧwî xatrî ew yaremam
boçî neyhawîşt le min sed tîr be sed peykanewe
boç biłêsem dar û berd û kêw û saray girte ber
min keçî hermamewe bem ’îşqî bê samanewe
řastî, daxî da be cergim çewte bo min ḧasłî
yekdiłî dûbînîye, tahîrNasnava edebî belay nadanewe