mełên ey hawdeman fesłî behare

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  725 Dîtin
mełên ey hawdeman fesłî behare
behar wesłî gułî řuxsarî yare
le her kwê qametî zêbay wederkewt
cîhanê piř le serwî coybare
le her la nefxekey zułfî hełî kird
hemû ’ałem piřî muşkî tetare
le her şwên ’îşwekey çawanî derxist
sere, meste, derûne bêqerare
were ser seyrî baẍî setḧî sîney
behêye, sêwe, lîmoye, henare
bełam daxim le em a la nesîbim
bełaye, řence, derde, nêşî xare
le ew awî ḧeyate ke’sî ’eyşim
cefaye, merge, daxe, zehrî mare
le ew muşkî tetare bexiş û barem
sîrişke, xwêne, zûxe, řojî tare
le to şîrîn bê xoşî û kameranî
ke tahîrNasnava edebî ’umrî tał û nageware