bira şadîm ẍeme û sûdim zyane

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  704 Dîtin
bira şadîm ẍeme û sûdim zyane
řefîq, řoḧim sebuk derdim girane
diła, guł xar û şehdim wek şerenge
jyanim jane, cîsmim natewane
kesan, min řaḧetim řencî fîraqe
xizim, řojim şewe û şew bê emane
xuda, min darî sebirim sibre barî
nebê, min yarî gyanîm ḧałnezane
enîsim ah û efsûse hemû řoj
řefîqim nałe û giryey şewane
debînim tałe şîrînî ḧeyatim
debîsim diłberim namêhrebane
fełek ta destî daye qewsî mîḧnet
emin bo tîrî ẍem bûme nîşane
wekû qeysî syeçarem bełam yar
wekû leylaye, meşhûrî cîhane
be mêhirit ha řeqîb awaye małî
be qehirit ’aşiqan wa małwêrane
řeqîb keylî meyîy wesłe û bedaym
edatin gwê le awaz û terane
bełam ’aşiq diłî xałî le şadî
enîsî mîḧnet û ah û feẍane
derîẍa řeqis û şadî û wesłî diłber
newayî mutrîb û çengî çeẍane
derîẍ pîrî muẍan û bezmî qudsî
sełayî saqî û badey muẍane
hemûm lê bû be xew, derda, derîẍa
le řencî diłber û cewrî zemane
desa min çon bijîm tahîrNasnava edebî ke yarim
be kwêrî min, be kamî nakesane