ew lale be namî min û kamî xese řase

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  708 Dîtin
ew lale be namî min û kamî xese, řase
ew xizim û kesem des le milî nakese, řase
bêzare le ẍunçey diłekem xarî bijangî
bê meyle cefaxoye, diro hełbese, řase
ew derbesî řencî kuhen û nwêm nîye ya xo
dił bo ẍemî ew ebleh û bê derbese, řase
řûzerdî cefam serçiłî alame meqamim
ew nakese destî le behêy newřese, řase
yarim ke be bendî ẍemî azadî cîhan bûm
bo ew diłekem êste wekû meḧbese, řase
ta agirî ḧîrman çuwete nêw diłî tahîrNasnava edebî
bêçare hemû cerg û diłî qeqnese, řase