ax bebê baranî lutifit wek gya çewsamewe

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  791 Dîtin
ax bebê baranî lutifit wek gya çewsamewe
dax wekû pûşê be cezwey cezbe hełgîrsamewe
lem cefa û cewre îtir des hełgire to bî xuda
ger le nałem têk deçî wa lem xewe wêstamewe
şor û cezbey ’alemê bûm min be ’îşq û şî’ir û soz
gyanekem: tawanî serdî toye wa tewsamewe
to be destî cewrewe piçřît gełay ’umirim le çił
destî tom hawřê bû dîsan mamewe û gîrsamewe
kewtime jêr pêleqey zułmî řeqîbî milişkaw
bîrî ew yarem leserda bû çi xoş hełsamewe
ax çi xoşe sehmî nazit bête nêw amacî dił
ca le baweş řaygirim bem qeddî qewsasamewe
tîrî cewrit sed şikafî xiste nêw cerg û diłim
min le segmergî nemirdim dembedem lêsamewe
’eqłî min ḧeyrane bo ḧellî mu’emmay zułfeket
min le ew hem zîndegîm wergirt û hem tasamewe
ye’nî wek řiştey ḧeyat û bendî cerg û tałî dił
katê car name milî xom katê car bosamewe
şî’rî min wek petkî dapîr bêbehaye lay ḧebîb
hîç girey me’nî nema, şîm kirdewe û řêsamewe
of çi xoşe yarekem bimdate ber şeq wek řeqîb
bem ẍurûr û nixuwet û bem teb’î napersamewe
bextî bednêw çawî tał kird lêm be ḧîrmanî ebed
çarî bextî xom nekird herçende lêy xêsamewe
řojê we’dî da be yarî řojî gustaxîm hełat
şew ke řûy dirj kird emin ḧîz bûm û hem tirsamewe
mangî diłşadîm legeł awaye, waye bextekem
çît dewê ḧasîd le kane û esbeḧe û emsamewe
xoşe tahîrNasnava edebî goşegîrî ta cesûranî le’îm
tê ne fîkirê hîç le wez’î êste û ewsamewe