bo qatî wefat ḧałetekem řû be wefate

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  664 Dîtin
bo qatî wefat ḧałetekem řû be wefate
bo sardîyeket germîyekem řû be subate
to her be cefa şûşeyî şadîm bişkêne
min her be wefa berdî cefam fexir û xełate
her çende be tałî deşkênî diłî zarim
meşkêne diłî řebbî ke şîrîn ḧerekate
xoy dawî tenî û daneyî ummêdî nîşan dam
dîn û diłî lêm bird û ełên bêdesełate
ew bêdesełate ke desî zułmî dirêje
bo birdinî şadî diłim aşûbî wełate
ger serwe fîday qametî ře’nayî etoye
wer ’îşwe û naze xedemey ḧusnî edate
ew zuhrecebîne ke mehî bedrî ẍułame
ew zehre ke guftarî wekû nuqił û nebate
bo min buwete mayeyî řenc û ẍem û zûxaw
tahîrNasnava edebî çi dełêy zehir nîye û awî ḧeyate