bendî qeydî hîcretim ey serwî azadim were

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  748 Dîtin
bendî qeydî hîcretim ey serwî azadim were
zar û ẍembarî cefam, diłdarî diłşadim were
ger le ’îlmî ’aşiqî wa hîçnezan û kahîlim
zû be ’îşwey çawekanit ke be ustadim were
min zelîlî destî cewrî nakesanî suflexûm
kelbî dermałî etom ey ẍewsî beẍdadim were
ha ledûm kewtin be hûha û le’net û berd û cinêw
gyan û małim bê fîdat sa meḧzî îmdadim were
min le řê wêłim le saray gumřehîda seringûn
bêkes û xwar û melûlim, qutbî îřşadim were
bo şîfay zamî derûnî piř le zûxim merhemê
bo sefay ḧałî ḧezîn û řencî berbadim were
bo xelasî tahîrNasnava edebîy meḧzûn le ḧîrmanî wîsał
çawenwařî lutfekey tom xot bixe yadim were