tê dekoşim ke bikem yar le eẍyar cwê
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
1 Xulek
958 Dîtin
tê dekoşim ke bikem yar le eẍyar cwê
nebû em kare û xom mam le diłdar cwê
ger cwê bibmewe lêy xwênî emin deřjênin
diłî piř ẍem becwê dîdeyî xwênxiwar cwê
leber ew małe ewa laşeyî wek pûşî emin
wekû kayêke ke bûbêt le dîwar cwê
pêkewe bûn xoşe sa nirxî bizanin yaran
ta fełek beşkû neka ême le dîdar cwê
ẍeyrî ew mange ke tahîrNasnava edebî be wîsałî negeyî
hîç gułê nabê le diřk û şexeł û xar cwê