eman lew kate ke yarim be ’îşwe lence denwênê

iqtibas le ẍezelî muḧteşem
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  737 Dîtin
eman lew kate ke yarim be ’îşwe lence denwênê
heł’estê, hełdeka çak, mey deřêjê, saẍer eşkênê
deçêt û min leser agir ebirjêm axo key bê ew
dûbare bêtewe, ḧeqqim le destî hîcir bistênê
ke kêşay xencerî naz, des le min hełgir nîye tawê
meger destî şeket bê û şêweyî mirwet becê bênê
fiday ew mestîyem wa řêgeyî meyxane kec naka
legeł şeḧneş eger têheł biçêt û destî bispênê
çi qesrê bû xudaya dwênê şew min geyme qapî ew
ke derbanî be qeyserdaẍî çendîn sałe deřjênê
le tirsa mangî çwarde mûy hemû e’zay ebê sing sing
hetawî min le asoy ḧusnewe ger řûyî hełbênê
le xwênî xot de tahîrNasnava edebî camî badey nabî bo têke
ke badey xwênî toy ger des kewêtin naçê bo şwênê