wergîraw le ẍezełî mestûrey erdełan

wergîraw le ẍezełî mestûrey erdełan
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  937 Dîtin
zimanî şewqî min kotaye, sa ey xame teḧrîrê
be hanam gwêy neda diłber, de zû be nałe te’sîrê
le ’îşq ew mange řiswam sa be diłsozî biken çarem
ke şêtîm aşkira bû, norete sa ’eqłe! tegbîrê
musłimanî le destim derçuwe kafir were řeḧmê
emin deyrî dû çawim, zułfî piř çîn! hêzî zencîrê
heta key bîrî azarim, felek carê mudarayê
be kamî dujminan sa kem biçerxê, çerxe dey bîrê
legeł minda cefakare û le geł naḧez wefaşêwe
le des çu ’eqił û ’îlmim, şêxî xom amane, tefsîrê
leber aramî leş wespî wîsałê, dostan carê
leber teskînî dił basî cemałê, bîre! teswîrê
be kwê ew diłbere ’umrêke řêm naden ecel řeḧmê
ke diłşad bim be pabosî, dexîle, merge! te’xîrê
emin tasawî tasey diłberim yarîm de ey talî’
diłim wêranî hîcrane fedat bim wesłe te’mîrê
nîye qasd bibate layî diłber ’erzekey tahîrNasnava edebî
be qurbanî demit sirwey nesîmî subḧî şebgîrê