eme bałay etuye ya ke serwe hate řeftarî

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  722 Dîtin
eme bałay etuye, ya ke serwe hate řeftarî?
firîşte hate şêwey ademî û guł ladeba xarî
gelê sałe perî řûy xoy nihên kird hîçke neybînê
ewa dîsan le ’alem kewte der piřşingî řuxsarî
desûtê ’ûd û ’enber? yam gułî gułzare? řûy derkewt
çîye yaran? meger hat karwanî muşkî tatarî
ke dîm ew řûmete wa mest û ḧeyran bûm, perî řûyan
le pêş çawim çimanê bûnete wek nexşî dîwarî
dexîle qafłeçî bayî nîgahî ew nîgarîne
be gyan ger deyfiroşî ba be sed dił bibme kiřyarî
be berzî hîmmetit tahîrNasnava edebî binałêne le cewrî yar
ke ta dinya buwe her yar dekêşê meynetî yarî