esîre serwî bustan pê le nêw gił

wergîraw le ẍezełî muḧteşem
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  753 Dîtin
esîre serwî bustan pê lenêw gił
bełam serwî řewanim pê lenêw dił
ke çaw ew řûmetey dî, pêy witim ’eqił:
de bigre qedrî kat û bextî muqbił
diłim meşkênin ey yaran be wate
be derya tîr dehawêjin çi ḧasił
emin wa ẍerqî gêjawey cefa mam
emin fewtawim û dujmin kewte saḧil
lekwê hawzorî şewqe sebrî bê hêz
legeł ’îşqa teqalay ’eqłe batił
mełên ’aşiq ne bîrî ma û ne aram
ewey bê ’îşqe: gêle, şête, ẍafił
debînî pyawî tînû çone bo aw
wehaye gyan be ew azîze maył
hetakû bîrî to mał û cemałe
le řêgey ’îşqida nageyte menził
degrya ’aşiqêkî zar û deyut:
eme gyan û serim, ger yare qatił
lekin xawendiłan tahîrNasnava edebî hemû xełk
wekû mecnûnin û mecnûne aqił