nakirê bo kes ’ezîzim seyqel û perdaxî dił

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  782 Dîtin
nakirê bo kes ’ezîzim seyqel û perdaxî dił
ta le des diłber neçêjê řojê sedcar daxî dił
derdî dûrî baxewan doç û herêz bîrî wîsal
ta nekey bêłbaxî sa çon berdebexşê baxî dił
ta negeyye serpiley ewweł le řindî û ’aşiqî
key be diłber řadega hawar û nałe û axî dił
cêy şiney şewbay henasey xoşî řazî yar nîye
ta guł û şewboy tya berhem neyê serşaxî dił
sîneyî pêwîste wek awêne saf û bê girêj
takû bê byanû biřî mindałekey gustaxî dił
leşkirî: buxił û ḧesed, kîne û teme’, kîbir û řya
tar û mar û win debin ta hełkira beydaxî dił
řamî kes nabê le meydanî sefa espî hewa
bê tekełtû teng û awzengî û berew qełtaxî dił
ger zimanim lałe bo ’erzî dirûd û îştyaq
piř le derd û daxî hîcranî etoye naxî dił
zû be tahîrNasnava edebî ab û cařû ke be firmêsk û bijang
bo nizûlî ’îşqî ew dił pîkere yataxî dił