kirîşmey çaweket tałanî kirdim

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  724 Dîtin
kirîşmey çaweket tałanî kirdim
ẍerîb û wêłî dermałanî kirdim
temennay wesiłit ey diłber becarê
le sebir û ḧewseley sałanî kirdim
butî ahûnîgahim her be nazê
enîsî ḧałî bedḧałanî kirdim
hemû tałanî dił bû wa becarê
esîrî zułfî çawkałanî kirdim
be çawî to şikatî min le zułfe
le seyrî nuxtekey xałanî kirdim
be şîrînî nîgarî nazenînim
giriftarî qisetałanî kirdim
emin xwênîn diłim tahîrNasnava edebî ke gerdûn
qerînî ’îşqî lêw’ałanî kirdim