esîrî damî ’îşqim xesteyî derdî diłim çibkem

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  899 Dîtin
esîrî damî ’îşqim xesteyî derdî diłim çibkem
le to daym piře qelbim le xom ger ẍafiłim çibkem
ne şêx û zahd û sofîm, ne qazî û wa’îz û muftîm
ne dêwanem, ne ferzanem, ne zana û ’aqiłim çibkem
le derkî pêç û eşkencey serî zułifit perêşanim
etirsim ḧel nebê carê, xudaya muşkiłim çibkem
le sayey xarî hîcirit damenim piř guł le esrîne
eger gahê denałêm lêm meřencên bułbułim çibkem
biłêm çî dehrî dûn ger çawî în’amî be en’ame
nîye xo ẍeyrî firmêsk û henase ḧasiłim çibkem
biła ba mame sofî agirim tê ber neda we’zî
siriştey ’îşqî xûbane emin ab û giłim çibkem
umêdî dîdenî yarim heye tahîrNasnava edebî lemew paşîş
xerîkî nezim û tertîbî xeyałî batiłim çibkem