mepirsin le hîç layê naw û nîşanim

aqtibas le ẍezelî - miḧtişim
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  850 Dîtin
mepirsin le hîç layê naw û nîşanim
ke min meḧwî derd û ẍemî diłistanim
be gyanit ke ta gyan le laşem bimênê
etoy řaḧetî řoḧ û aramî gyanim
leber pêt exem gyanî şîrîn be sed dił
eger bibye mîwanim ey yarî cwanim
lelay min çemen cêgeyî diřkudałe
bebê qametî taze serwî řewanim
be sûkî eger pêm leser nêy ’ezîzim
hemû diřkî toye wekû gułistanim
lejêr barî xem gerçî bałam kemane
be gyan tînûy tîrî ebrokemanim
derî małekey diłbere qîblegahim
mezane ke min qet le bîrî cîhanim
şewezenge dił herwekû pêçî zułifit
wekû awî ḧeywan lewêda nîhanim
diłim herwekû şem desûtê le daxt
be qirçey diła ’eynî perwanekanim
letaw dozexî dûryeket bûme qaław
ke hawřengî tawwisî baẍî cînanim
be sebir û twana wekû beḧrî qûłim
weder nakewê ewpeřî bê gumanim
be şî’ir û edeb tahîraNasnava edebî kêw û deştim
be feził û huner kat û wext û zemanim
bełam to ke nakey be hîç şit ḧesêbim
emin êste bê nirx û bê xan û manim