ḧałekem zar û perêşe qutbî afaqim dexîl

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  599 Dîtin
ḧałekem zar û perêşe qutbî afaqim dexîl
ey sirûrî xatîrî řencûrî ’uşşaqim dexîl
ey tecellay nûrî ḧeq teşrîfî xast řoj û şew
ey tesellay derdekey merdanî muştaqim dexîl
ẍewsî e’zem, ferdî efxem, qutbî ekirem, hîmmetê
cûtî nûrî ḧeq le cem’î ewlya taqim dexîl
hem lebo gencî me’arîf mîslî mîftaḧî huda
hem lebo seddî menahî ’eynî mîẍlaqim dexîl
îztirabî beḧrî řeḧmet gewherêkî xiste der
bê guman ew gewhere toy hewrî înfaqim dexîl
ey sefabexşî derûnî řoşin û tarim meded
ey şefabexşî wicûdî saq û nasaqim dexîl
zamnî îḧyayî sunnet ḧamîy şer’îy metîn
neclî şahî murselîn, meḧbûbî xellaqim dexîl
naşrî ’edlî ře’aya qamî’î zułim û sitem
kaflî řizqî beraya yabîTeksta ne aşkira erzaqim dexîl
bazî ser utraxî burcî mîxde’î qurb û şeref
tayrî ewcî sirûr û wecd û eşwaqim dexîl
teşneleb takey wekû tahîrNasnava edebî bimênêm wêł û gêc
ey be hîmmet cur’ebexşî camî ezwaqim dexîl