nema nawim lenawa sa leber nawî xuda řeḧmê

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 3 Xulek  731 Dîtin
nema nawim lenawa sa leber nawî xuda řeḧmê
be ḧałî em ḧezîney dûr le yarey bênewa řeḧmê
penam lay her kesê bird destî ředdî naye ser sîngim
dexîle ẍewsî beẍdaNava taybet ey penay her bê pena řeḧmê
yeyanî derdî xom lay her tebîbê kird û neynasî
xudanas û tebîbî êş û derdî bêdewa řeḧmê
beşim tê hełdeye û xwarî cinêw û ne’let û nefrîn
lecêy mûçe û xełat û merḧeba bawkî geda řeḧmê
be piştigermî kesê min çwarde sał barî ’enam kêşa
ke wa xoy berdî serdî dawete ser diłimda řeḧmê
le tarîkey şewî ḧîrmaneda min wêł û ḧeyranim
eman hadî subul nûrî xuda şemsî sefa řeḧmê
hemû êsk û perasûm wird û hanî berdî eẍyare
segî dermałî tom bêre cwaw kanî wefa řeḧmê
lekwê wek to le meydanî qeder goy serwerî derkird
humayon şehsewarî tir be goçanî qeza řeḧmê
lekwê wek to kesê sermestî badey nûr û tewḧîde
be destî murteza ḧew car le kasî mustefa řeḧmê
becêye gerdenî pakan wekû ferşî qedemgate
ke şe’nî şanî toye pêy şehenşay enbya řeḧmê
netîcey řencî ’umrêkim henase û ah û efẍane
leber swênî diro û we’dey xîlafî piř cefa řeḧmê
be ’îzzî ḧezretî xatem, şefî’î adem û ’alem
emînî sîřřî ma ewḧîٰErebî şehî mułkî denîٰErebî řeḧmê
be sîdqî sîneyî bûbekir û sozî batnî farûq
be ḧeqqî şermî ’usmanNava taybet ’îlim û teqway murtezaNava taybet řeḧmê
be ḧeqqî ’îsmetî zehraNava taybet ke bîz’eةErebîy fexrî ekwane
be cergî letlet û sebir û sikûnî muctebaNava taybet řeḧmê
be xwênî ḧełqî tînûy ew kesey wa merqedî pakî
wekû ke’bey feqîrane le şarî kerbelaNava taybet řeḧmê
be ḧeqqî cem’î esḧab û e’îmmey pakdîn lutfê
be eqtab û meşayx esfya û ezkya řeḧmê
be ḧałim sa be ḧałim qîblegahim goşeyî çawê
legeł min sa, legeł min şahekem, to bî û xuda řeḧmê
be hajey bałekey xot bazî ewcî lamekan carê
be em poře xurawey kewtuwey bê dest û pa řeḧmê
şehenşaha etoy mîxde’ meqamî zurweyî ’îzzet
be ḧałî tahîrîNasnava edebî pestî zelîlî řûsya řeḧmê