xesteyî barî gunahim ẍewsî geylanî meded

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  667 Dîtin
xesteyî barî gunahim ẍewsî geylanîNava taybet meded
şermesarim řûsyahim qutbî řebbanî meded
jengî ’isyanhaFarsî minî meẍzûbî ’alem kirduwe
hełke dîcley řeḧmeket meḧbûbî subḧanî meded
zahîrim bêrzirawî ’alem batînim piř dax û derd
dił le zułmet keyle ey qendîlî nûranî meded
min zelîlî heřg û bêł û bê delîl û řênezan
ey hîdayetbexşî cem’î cîn û însanî meded
min serapa nuqmî zułmatî gunah û zîlletim
mewrîdî ’îzّy tecilّay nurî menّanîErebî meded
min mutî’î nefsî bedfeř maw le ta’et bê nesîb
ey şehenşay berḧeqî şahanî řoḧanî meded
bê beş û mayetebah û têşkaw û muflîsim
mehbetî feyz û futuḧî zatî yezdanî meded
bo diłî mirdûm dexîle wek mesîḧa hîmmetê
lutfî enfast şinoy enfasî řeḧmanî meded
çawenwařî řêze êsqanî mubarek xwanî tom
ey seganî dergehit şêranî meydanî meded
key min ewcahem heye ta biłêm segî dermałî tom
bo segî dermałeket kem xom be qurbanî meded
katî mirdin serferazim ke be feyzî meqdemit
bo xelasî min le teftînatî şeytanî meded
řojî meḧşer bimxere jêr sêberî beydaxeket
qutbî bê hemta dexîle ẍewsî bê sanî meded
hîmmetî řoḧî muqeddes ger nekeyte baweřim
kê necatim da le teswîlatî nefsanî meded
cur’eyê çeşmey ḧeqîqet tînûyî eltafî tom
ey îmam û řehberî merdanî ’îrfanî meded
perdepoşî be, be zeylî merḧemet řojî ceza
ger le tahîrNasnava edebî derkewê asarî nadanî meded