yarî min řengî řojgarî girt

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  881 Dîtin
yarî min řengî řojgarî girt
ayeney xatirim ẍubarî girt
lêwî nakes le le’lekey engût
lêwî min lem cefaye barî girt
serwekem hawinşînî kołebîye
gułbunim řeng û boy xarî girt
bo mijînî řiqîy piř sefra
serwî bałay le koy henarî girt
bo mezacî minî ḧezînî seqîm
neyşeker çî bû, zehrî marî girt
ax le des çawî piř le kînî ḧesûd
çawî bextim ẍubarî tarî girt
carêkî diłberim be mîhir û wefa
ḧurmetî ’aşiqî hejarî girt
carêkî řehberim be řesmî qedîm
řêy sefa û ’îzzet û weqarî girt
min bedes dosî xomewe fewtawim
hemû dujmin le min kenarî girt
mededî řoḧî ẍus ala’zimErebî
layenî xesteyî fegarî girt
ew kese wa le feyzî enfasî
fesłî sunnet şikoy beharî girt
ew kesey wa le ḧełqeyî dersî
’alemî ’îlim î’tîbarî girt
ew kesey wa le ’etrî îxlasî
şî’rî tahîrNasnava edebî şinoy tetarî girt