ax le des kiłpe û şerarey arê dax

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  821 Dîtin
ax le des kiłpe û şerarey arê dax
dax le des êşî birînî xarê dax
kes nîye wek min le destî cewrî yar
hemdemî řenc û cefay eẍyarê dax
bo ẍemî min êste diłşade řeqîb
ew be to diłxoş û min ẍembarê dax
ta be eẍyar hemdeme ew diłbere
bû be hawřazî enîsî yarê dax
çwardesał gencî wîsalêkim dewîst
’aqîbet pêçya be pêma marê dax
noşe bo min nêşî nahemwarî ah
xoşe bo min ḧenzelî guftarê dax
bû be eẍyar êste yarî ẍarî min
dadenîşim min le goşey tarê dax
şwênî xarî mîḧnet û zamî cefa
çak buwe têkeł legeł asarê dax
şehdî wesłe tahîraNasnava edebî behrey řeqîb
to binoşe kaseyê piř jarê dax