bułendîm pestîye û sûdim ẍeramet

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  986 Dîtin
bułendîm pestîye û sûdim ẍeramet
zebûnîm ’îzzete û zîllet keramet
ewa xermanî şadîm agirî send
çi ḧasił awî firmêskî nedamet
minim małkawil û mezłûm û serkiz
minim «niḧsin niḧusî» başe’amet
umêdim bû be înfaqî kerîman
emêsta gîrî gêjawî le’amet
exom xwênî derûn ta řojî meḧşer
ekem nałey ḧezîn her ta qyamet
bedaym řûm le mîḧrabî birote
heta nwêjî cenazem ken îqamet
qesem naxom be taqî ebruwanit
lejêr barî ẍema çewsawe qamet
eger bimirim be em derdane tahîrNasnava edebî
ḧeyatêke lenwê yarim selamet