ey hemnefesî nesîmî cennet
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
2 Xulek
1107 Dîtin
ey hemnefesî nesîmî cennet
ey laberî derd û řenc û mîḧnet
ey mayeyî ’îşq û soz û nałîn
ey wadîyî ulfet û muḧebbet
ey nefḧegerî ’ebîrî sara
ey beşderî ahuwanî tebbet
hem me’denî ’eyş û şadmanî
hem menbe’î pestî û meşeqqet
tuřřet sebebî cefa û xarî
cebhet serî xoşî û meseřřet
bała wekû nexłî kameranî
hîcran hemû xwarî û mezîllet
le’ilit be şîfa wekû mesîḧa
gyanbexiş û řeḧîq û piř meweddet
ẍemzet be şîfa wekû sikender
ẍaretger û sext û bê muruwet
zehre hemû zahîrî kelamit
ye’nî hemû řoḧ û řaḧ û řaḧet
řux metle’î subḧî newciwanî
xoş menzer û pak û basebaḧet
leb çeşmeyî awî zîndeganî
şîrîne bełam legeł melaḧet
ẍeyr zułfî eto nîye ’ezîzim
serřişiteyî ’îzzet û se’adet
ẍeyr çawî eto nîye nîgarîn
aşûbî cîhanî puř musîbet
wesiłit çîye? mułk û padşahî
hîcranit? emin dexate nîkbet
xakî derî toye zêř û zêwim
çîm dawe emin le mał û mîknet
derkewt telî’eyî se’adet
ta diłberî min nuwandî tel’et
ta key le fîraqî to bikêşim
barî ẍem û derd û řenc û sexłet
me’nayî minit eger bidîba
bem çeşne nebûy esîrî sûret
ger to debřî beratî tahîrNasnava edebî
zor çake bełam be sebir û muhłet