ey fełek îdî le to naxom ferîb

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  829 Dîtin
ey fełek îdî le to naxom ferîb
bê semer bû mîḧnetî sebir û şekîb
meḧwî nûrî ’îşqî yarim gwêm nîye
ger biław bê zułmetî cewrî řeqîb
fesłî xoş aw wiheway fesłe lelam
wek beharî řûḧfezay wesłî ḧebîb
ey biray min tîrî dujmin namkujê
kuştimî emma cefay ’îşwey tebîb
min le ew nexłî qede, batî řuteb
her beła barî be serma ya nesîb
nuktesencî ba’îsî derdîsere
zû be bo xałî lebî be to lebîb
sîlsîley menzûmî zułfî tahîraNasnava edebî
layqe bo dersî ustadî edîb