ew zułfe ta le ser řuxî ew sayebanî girt

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  775 Dîtin
ew zułfe ta le ser řuxî ew sayebanî girt
win bû hetaw û sêberî xełqî cîhanî girt
ew řûmete ke xêwetî hełda le gułşena
fesłî beharî lale’uzaran xezanî girt
çawî eto bû agirî pîlanî hełgiřand
şimşêrî tîjî hanî û tîrukemanî girt
dił wîstî terkî fêł û fenî wa’îzan bikat
pyawane hat û damenî pîrî muẍanî girt
ew ’aşiqey ke koyî xerabatî kirde şwên
bo xoy le sûr û şînî dû ’ałem emanî girt
seyrî fełek be çawî biçûkî deka ewey
lew astane pake lebo xoy mekanî girt
tahîrNasnava edebî ewende nask û xoşe kelameket
her kes ke bîstî û diłî tê da gyanî girt