ta hîmmetim kutay be temenna derî beła

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  857 Dîtin
ta hîmmetim kutay be temenna derî beła
derbes buwe be małî emin kîşwerî beła
destî qeza kiławmî le mizgênîya fiřand
ew kate naye ser serî min efserî beła
hêşta ke bêşke qel’e’emanî emin bû ẍem
hênaye ser wiłatî diłim leşkerî beła
řutbey le kohken gelê ew ban kirawe sebit
’uşşaqî řût, nêwî lenêw defterî beła
her subiḧ û şamê bo minî bêçare pêşkeşe
bêşk le baxewanî cîhan noberî beła
kê bû ke qametî wekû ney mayewe û nebû
çewt û çemîdeyî eserî çenberî beła
yam xo le çawekanî umêdî nehate xwar
sed durcî serbemor le duř û gewherî beła
tataye ta bedem şineyî bawe zułfeket
yaran çi çare kem serî hełda serî beła
sûtam letawî germî giřey gyanistênî ẍem
tahîrNasnava edebî ke kewte ser serî min sêberî beła