kotayîy dastanê

bo şehîd ẍerîb hełednî
Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  1069 Dîtin
dijwar jya û sana kujra.
yek le dway yek
benaw zincîre dozex û gelîy xwên û
mêjûyekî berdełan û
karwanseray tirs û bîmda
benaw mirdinêkî çiřda
řoy têpeřî û lew serewe
wek hetawêkî kakoł sûr
hate derê.
yek le dway yek
çuwe gerûy meḧałewe.
çuwe quřgî ejdîhawe.
çuwe gêjenî jehrewe û
çuwe naw sikî berdewe û
lew serewe
wek gijugyay dem bexende
hate derê.
sext jya û
asan kujra.
yek le dway yek
xoy kird benaw
kunedar û kune gurg û
kune merga û
tûnî baba û awî amûnî enfal û
dway enfalî hemûy biřî û
dîsanewe lew serewe
wek gerdawêkî tewêł sewz
hate derê.
dijwar jya û
sana kujra!
berd ezanê.. pîremegrûn kołî dabû.
«ba» ezanê.. ejnoy çermawend elerzî.
xor ezanê.. hetaw le tirsa xizabuwe eşkewtewe.
’erd ezanê..her le tirsan
baran lêzmey terk kird.
hewr çexmaxey terk kird.
řeşeba givey terk kird.
kêwan destyan be kiławî lutkewe girt
- heta be’is neyfiřênê -
lew demeda û leber bahozî enfalda
kê řay nekird ?!
lew demeda minîş serim le ewrupa û
kilkî şî’irim le êranda tozî ekird!
lew demeda.. ew destaney sate wextê
le destekanî kurdistan nebûnewe
le ’îşqî awu mindał û
le ’îşqî mel û dirext û
le ’îşqî xak û hejaran
çirkeyek cwê nebûnewe
destekanî «ẍerîbî hełednî» bûn!.
dijwar jya û
sana kujra!.
tořî sedam.. herçendî kird
em wireyey bo negîra.
agirî sedam.. herçendî kird
em ewîney pê nesûta.
jehrî sedam.. herçendî kird
em řûbarey pê nexnika
gulley sedam... herçendî kird
em piłingey bo nepêkira.
keçî řojê
řojêkî hêmin û sade
řojêkî xoş
bê tem, bê jehir, bê sedam
le textayî azadîda
le nermanîy azadîda
çeqoyekî destî xoman
çeqoyekî małî xoman
be sanayî serî biřî
tif
le xoman!!