hetaw

bo hawřêm kak cebar ferman
Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  1518 Dîtin
lew şeweda
êwe bewrî.. bawboran bûn?
yan espî giř ?
daristanî zeng bedest bûn ?
yan çirîkey gerûy çya?
ke kewtineřê ?
lew şeweda..
her le yekem pełe hewrî soraxewe
her le yekem bazreqewe:
ḧîley şax û
hajey mêjû
givey zam û
girme girmî gořistanî şehîdan û
baranî şî’rî êmetan legełda bû!
lew şeweda..
ke kewtineřê û
řîz le dway řîz
serumlitan bû be çira
her le yekem çexmaxewe..
her le yekem dařjanî hełałekanî cestewe
tîrêjî çawekanman û tîşkî xwên û
şebeqî řoḧî êmetan legełda bû!..
legeł bałatana.. dirext
legeł pencetana.. qełem
legeł gulletana.. wişe
legeł bahozî qaçtana
sirûdî deẍił û goranî
befru jinî
em wiłate sipîyetan legełda bû.
*
lew şeweda
ke dar henarî bejnitan
beser piştî tirs û bîm û berda serkewt
dûr û nizîk
wek guł estêre û agirî şwan
diłop
diłop
xwênî «sułtan» wirşew pirşey
eda le çawî çektan û
řewez, řewez
pêştan ekewt.
lew şeweda
destekanî «’ibdalxalq»
wek guł estêre û agirî şwan
diłop
diłop
xwênî «sułtan» wirşew pirşey
eda le çawî çektan û
řewez, řewez
pêştan ekewt.
lew şeweda
destekanî «’ibdalxalq»
baskî hewr û bařêze bûn
nizîk û dûr
wekû birîskey şepolî ber xorinşîn
yan piřîşkêkî agirîn
kotre sûrey kitêbekey şeqjinî bû
deşt le dway deşt
berd le dway berd
pêştan ekewt
lew şeweda
serî «qasmilu» bo êwe
mange şewbû
singî «řanîye» estêrkî
gułebax û
gomî pênc mangî xinkaw bû
bo sibeynêş
lew «ser»ewe û
lew singewe û, lew gomewe
gwêman lêbû
wijewjî mêjûyekî taze ehat
«dûhem beharî řapeřîn»
kazîwey guł û kanîy bû
hat û hełhat!.
*
tarîkîy řîşî dirêjî
e’ałande: milî şî’irim.
milî gułim.
milî jinim,
sedey berdîyn be tewrewe geřbowe
«sułtan selîm» her beheman ’emamewe
«sułtan murad» heman cibey leberda bû
heman fetwa bo kuştinî serbestîm û
heman şimşêr be destewe û
xwênî minîş awî sûrî desniwêjî bû!.
tarîkîy řîşî dirêjî
berdabowe ser pencerem
be zamdarîy
hetawu
maç û
cirîwe
egeyştine naw jûrekem.
řîşî dirêjîy tarîkîy.. cendirme bû
beserserî qełemmewe řa’ewesta
beser serî.. xeyałmewe
beser serî.. řengekanî cil û berg û pêławmewe
beser serî.. awênewe, perdaxewe, şayîmewe
beser serî.. pêkenîn û cwanîmewe
beser serî.. semakanî
cejnî ledaykibûnmewe,
řîşî dirêjî tarîkîy
cendirme bû, pasewan bû
ber baxełî wişekanî epşikinîm
bo sûrawî lêwî şî’ir û
kilî çawu, ser řûmet û
bo gorewî kurt û şane û bo «maskara» û
bo «şantoł»y dezgîranekem egeřa..
řîşî dirêjî tarîkîy..
be zor leçkî be gułałey mêjûm ekird.
’ebay eda beser mangida.
pawpûzî şarî ebřî.
çawîlkey (bêkes)y eşkand.
şî’rî xeyamî eřişt û
beste û goranîy ekuşt û
sed cełdey eda le ’eşq û
hunerîş bo çînî dîwar!.
*
tewrî řîşdar
hatne nawbêşey êmewe.
hatin dar beřûy hetawî
dîrokî sewz bibřinewe.
hatin serlenwê qełemî
«şerefkendî» û
carêkîtir kitêbekey «’ibdalxalq» bikujnewe.
le piř xwênî şehîdistanî hejde sał
bû be kêwêkî qirimzî û
fware.. fware hestaye pyan.
lew şeweda kêwî mêjû giřî girt û
dewrî berd û
’eqłî berd û
şimşêrî dest neyaranî
jin û şî’rî
kird be zuxał!.
*
hawřêyan! lebîrtane..
zemanê bû dewarêk bûyn taq û tenya
lenaw zuqma wek bałaman xem eybest û
řoj jimêrê bûyn bêkes û
qełemêk bûyn bêkław û
tifengêk bûyn bêhenaw û
taypêk bûyn dest le cê çû!.
çadrê bûyn wek kurdistan taq û tenya
ême gułêkî hetawman
le berokî dwa řoj eda!.
hawřêyan!
nehênîy sewzêtîy ême lewedaye:
ne řegekanî bestełek
dest û pêy tîşkiman ebestê û
ne gułcařî lutkekanî serkewtinîş
emanxate ser dû bałî
sîmirxêkî lexobayî!.