yekane

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  442 Dîtin
pirsey zînduwane û, ’umrî jine dîrokêkî nezok!.
eweta lem gořistane be bijwên û cwaneda
tak tak û be komeł leser gazî pişt pałkewtûyn û
çawman biřîwete çawî estêre bedbextekan.
estêre xołemêşîyekanî asman..
řengiman, dengiman, bûnman: wek poşakman
toz û gerdî hezar sałey
beheştêkî řûxaw û tałankirawî
ebedîy lê nîştuwe!.
lem gořistane be gułzar û cwaneda
kes xewn nabînê!.
kes le pêstî bogenkirdûy hełnageřêtewe.. kes.
kes mêş û megezî ser birînekanî xoy
dernakat.. kes!.
tenanet kesîş wiřêneyek çîye
be ayndewe.. nakat!.
aynde nîye. nîye, nî!.
qat û qiřîy xewn û, qat û qiřîy xoşewîstîye!.
ḧesretman.. ax.. ḧesretman
le kwêrêkî zelîlî derwezeker eçê
le nabînayekî bê mał,
ême legeł bapûskey «řêkkewt»da
peymanêkî ta hetayîman bestuwe!.
çon hat û le kwêwe?.. ême lêreyn.. le řojhełat
yan le řoj’awawe.. ême her lêreyn!
dêt û wek pûş û pełaşî dem gerdelûlêkî şêt
wek tûkeserî awbirdû
wek lapeřey řojnameyekî diřaw
wek take gorewîyekî kon
wek dûkełî cigere
emanfiřênê û emanbat û têkeł be bizirbûnman ekat.
ay lem geme şêtaneye
ême xoman be liqî şikawî mêjûyekewe hełwasîwe
eweta lerelermane û her sate nasatêkîş
liqeke qirçeyekî lêwe dê!.
way lem semay êsqane qirçokane
way lem jîlemo sard û
way lem bestełeke germane!.
min serleberî azarekanî xom pişkinî.
min serleberî şanazîyekanî xom hełdayewe.
min tewawî mirdinekanî xom jimard.
bełam le hîçyanda xomim nedozîyewe
le hîçyanda sêber û hetawêkî řasteqînem nebû
qet... qet.. qet
ne sereřmî şeřî xom bûm û
ne denûkî kotrî xom.
ne esp bûm û
ne ḧîle bûm û
ne qirîwe qirîwî swar
min paşbendêkî bê ser bûm, paşbendêkî girmołey
ber nûkeşeqî qeşekanî řoj’awa û melakanî řojhełat.
min ew dewenem
ew dewene girgine xohełkêşey
ke nebûm be dar û
nebûm be dar û, nebûm be dar!.
biřwanne em pêste kewłkirawem, ałay şeq û peq bûy
şanazî û serwerîm
çarogey şîtałşîtałî beleme sergerdanekem
ew gemyeyey ke wekû estêreyekî xwên leber çořawî
merg. geyşte sedan benderî temawîy be tirs
dapoşrawî, dway şeřuşořî bê’amanî padşahan û
sułtanan û dway be heprûn bûnî xom. ew belemey
geyşte çîn û maçîn û geyşte dwa lêwarî be mirdin
řazawey serzemîn.
ew gemyeyey barkira le kelleser û barkira
le xołemêşî leşî ’aşiqan û barkira le êsk û piruskî
sitranekan û barkira le zêř û le goy memkî kiçan û
le ełmas û le gewher û birdimewe bo astanekan,
bo taran û bo babî ’alî û.. ew belemey
mêjûy çiřupřî şepole řûzerde be hełpekanim
egêřêtewe. naw û nawbangî gewre û birîqedarî serkewtinim
beser jin û mindał û pîremêrdida pê’ebexşê!.
awiř bidenewe awiř le cwamêrîm
min şimşêrî hełkêşrawî řîzî pêşî pêşewey
beheştîyekan bûm. le jêr asmanî misînî
hezaran şaru şaroçkeda, wek yekane diřekan
cengîm. min destêkim leser şûrey çîn û
qaçêkim leser pardekanî îspanya cêman.
lewyanewe: çendîn mişt, piř be sikim, piř be
gîrfane gewre û pan û pořekanî şeřwałekem:
duř û yaqût û gewherim birdewe bo xelîfey axir zeman.
lemîşyanewe: piř be awełkirasî jinekem:
bonxoştirîn şûşe ’etir û, mirwarî û mercan û
zumirdîş bo xelîfejin!.
min hemîşe koyley tace xwênawîye
pirşingidarekanî dirawsê azîzekanim bûm.
layengirî çeqoy sergerdinî şaxe řûtełekanim..
min hemîşe
dirêjtirîn bawêşk bûm le zarî em ser zemîneda!.
ax! min tenyayekî be ne’letkirawim le jêr
em qubbe samnakeda û leber hetawî sûrî
sizay ebedîym, berdewam û berdewam be zimanî
çun pełasim zamekanî xom elêsmewe.
min kut û mit le qelebaçkeyekî řeşî şel eçim.
qelebaçkeyekî besziman û temeł. hêzî qîřandinim
têda nemawe. hemû car milim ekem be jêr
bałe řûtawekanmewe û bo sedeyek û duwan û
syan enûm. min telîsmî bêhudeyî,
cadûy bê hoş û goşîy, řê numayîm eken!.
min awezim
leser meşqkirdnêkî sextî
bîrnekirdinewey dirêjxayen řahênawe.
be sebrî tewezellî.
be çaweřwanîy bêkotayî.
be pêşwazîy kutupřî mirdinî hemeçeşin
hemeřeng.. řahatûm.
xûyekî negořim be dirûnî kifin û,
dataşînî tateşor û, hełkendinî
gořî xomewe girtuwe!.
xûyekî negořim be leser pişt pałkewtin û
ebłeq bûn û têřamanî hîçewe girtuwe.
min etwanim ew çawey damxist
sedeyek hełînebiřim!.
ew quřuqepey kirdim ta dûw sedeyş
dem nekemewe.. ax
min take kesim gwêm le pirxe pirxî taseney
xome û xeberîşim nabêtewe!
min em hemû dab û nerîte pîrozaneyşim
le bapîre here gewrekanmewe bo mawetewe
le û baw û bapîre simêł babiř û kelleşekekanewe
kelle berananewe,..
ke cigerey dem basqene dirêjekanyan
be agirî małe sûtawekanyan da’egîrsand û
hergîzaw hergîzîş
çawyan ne’ekzayewe!
min bêbakêkî meznim!.