le naw qefezêkewe

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  1377 Dîtin
xemim meste û xumare çawî tenyayîm
le goşeyekî şîn bawî, qefezînî
tûł awrîşmî em «bař»eda
nîştimanêkî awarem..
leser kursîy xorinşîn û yad danîştûm.
«bade»yekî řeng kelepo be perdaxê
hêwir.. hêwir, giřêkî sewz, ber’edate
pûşûy hestim.
badeyekî erxewanîy:
«ser»y kirdûm be deryaçey
ber baranî řengawřeng û
bîrewerîşim be keştî.
le her kwêwe têm biřwanî: benderêkî temawîm û
her tenyayî leser řoxî teřî gyanim da’ebezê û
her tenyayîş legeł çarogey xeyałma
heta ewdîw sinûrî aw beřê ekem.
le goşeyekî şîn bawî, qefezînî tûł awrîşmî
em baředa, hêşûy darmêwêkî janim
beser ḧewzî piř le masîy zerd û sûrî
xewnekanma, şoř bûmewe..
lewlayşewe, deste zerdekanî payîz
pencey řeqełe û dirêjî, denk..denk
le temenim ekenewe.
a lem goşe şîn baweda
min giryanêkî girmołey tarawgem û
badey kiłpe exomewe!
***
- êwaret baş
- êwaret baş..
ey tavge qij zerdekey «sitokhołim»!
ey kîjołey: le noberey yekem řêwas naskitir û
le pûngey naw gułezerdî
lêwar kanîş, bon xoştirim!
«ser mêzekey pak kirdewe û perdaxêkî tirî dana»
wek le xewnêkî řabûrdûy şî’rekanma
a em firîşte sipîyem, dîbêt waye.
wekû zûtir xom le estêrkî pirşingî
efsûnawîy ew çawane hełkêşabê waye, le kwê ?!
le kwê ?! lekwê ?!..
le «bałek» bûm, le berçawî daristan û
bałindekan dabûme kêw
giriftarî ’eşqî berd bûm.
hegbeyekî nan û şî’irim be kołewe
hewrazêkî diřim ebřî
řeşmałêkî dûr oxjinî
têzane naw çawanmewe.
leser tiropik. kizebayek day leser û milî daẍim
xom bûm be mêrgî kazîwe û
ḧerfekanî naw hegbeyşim bûn be şewnim
min geyştime ber řeşmał û
her em perîye bû derkewt
lew wexteda dirextêkî tozawîy bûm
ewîş awêney gomêkî mekis û řûn û
tya ḧepesam!
- dyare mandûyt ?!
"mêxêkî tirî dewar bûm.. be ’îşqewe dakutra bûm,
şî’rê bûm lał.. çî ebînim ?!"
wîstim bo ew mangeşewe
bibim be řûbarî wişe.. nem etwanî!
wîstim dengim, gerûm.. bikem be hêlaney
ew kotre şînkaney çawî.. nem etwanî!.
zuban wekû qełemê bê û lêm win bûbê.. boy egeřam!
min řeq bûbûm
bûbûm bedar qezwanêkî tirî dewrî hobe û řeşmał.
- dyare mandûyt.. gelê mandûyt ?
- wekû espêkî zor şeket!
«ew pêkenî»
eme pêkenînî befre ?! yan kurdistan
- tînût nîye ?!.. ey dot ewê ?!
- hêndey çemî wişkî damênî em şaxe
min tînûme!
«carêkîtir pêkenîyewe»
eme tirîqey kanîye ?!
yaxud qaqay dar sinewber ?!
-ho.. ho kałê.. kiçê kałê!
ewe mirdûyt ?! were be lay
ew berẍele şêtanewe!
(dengî qirxî pîremêrdê
lewdîw hobew řeşmałewe
mangî qij zerdî daçełekan.
kase dokey daye destim û řoy têpeřî û
wekû, hewrêkî sergerdan xom mamewe!)
eme her heman qełbeze qij zerdekey
lay bałeke ?! carêkî dî eřjêtewe nêw xewnî min ?!
eme her heman şemamey dar honrawey
ew careye.. le azarma eřwêtewe carêkîtir ?!
eme gimey heman ewînî sipîye
hatotewe û kuneşaxî ẍerîbîmî,
kirdotewe be hêlane?!
eme her heman kizebay
deng û řengî ew cwaneye
le derbendî efsanewe
hatotewe û edatewe
le kełe pişkoy em «ser»ew
emkatewe be baranî gułałey tir?!
eme her heman şimşałe
ke zamekanim eyjenî?!
heman hêroy ser liq sipî ber řeşmałe?!
heman kwêstanî goranîy?!
wa le goşey şîn bawewe
le nêwan tûłî awrîşmî
em qefeze zîwînewe
kiław kuřřeye qełemim û.. seyrî ekem.
ew pêste befre jîlkeye û
werdî honrawey sipîye û
minîş her çîney tya’ekem, seyrî ekem
wekû şeqamî berbaran
min temaşam êste teře û
zerdexeney kiras zerdî
«kałê»y êrey pêda eřwa.
min řeşmałî xeyałêkî fênkî em goşe şînem
hemû carê le bûlêłda «kałê»y bałek
ebînmewe, buwe be guł estêreyek
bazin le dest, dêt û serêkim lê eda!.
min ew bałinde ẍerîbem
azadîm wa lem qefeze şîn baweda.
hemû asoy hełfiřînim
le dû çawî cwanêkdaye û
herçî řûbar û zeryayşime
wan le taqe perdaxêkda!..