girê

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  1157 Dîtin
her esûtêm
hetakû em çirke xwênawîye bedbexteyş,
her esûtêm.
le řojî zawzêy gunah û tobewe, zawzêy
tawan û sizawe, esûtêm û heł’eqirçêm û esûtêm.
le eweł werzî kewłkirdnî heqenazdar û cwanekanewe
ah.. leseretay ahu û nałey perîyekan û
girmejnî, berejanî, baranewe..ah
her esûtêm û esûtêm..
ta em çirkeye,
ta em nûzeye.
ta em kiřûzeye.
le jêr em asmane girjeda û le jêr em gumezî tirseda
min û celladekem, herdûkman bêwêneyn.
le wêneman nebuwew nîyew nayşbê
min û celladekem, cellade hogrekem
hogir besere řûtawekem.
hogir be êsqane sipîyekanim.
hogir be xwêne řoşnekem.
lem cugrafya xiředa
lem mêjuwe dirêjeda
lem syasete bêşkiłeda,
min û celladekem
kesman hawřêy
wek xomanman bo nadozrêtewe
kesman
ne ew bo şimşêrekey û ne min bo gerdinim.
ne ew bo qulape birîskedarekanî û
ne min bo masîye řeşekanim.
ne ew bo agire şikodarekanî û
ne min bo beheşte bê nawnîşanekem
ne ew bo dêwcame řengînekanî û
ne min bo qefeze nexşînekanim
ne ew bo dîware estûrekanî û
ne min bo çawe peřagendekanim
le wêneman nebuwe û nîye û nayşbê
kesman le wêney yektir bo nabînrêtewe
kes
kes
kes!
ne celladêkî mezin û xwên sardî wekû ew heye û
ne qurbanîyekî cwanî dem be pêkenînî let û pet kirawî
wekû minîş.
min û celladekem
em cîhaneman wekû gayekî le xim xorkida çeqîw
sersam kirduwe
qîblenmakanî řamyarîman çewaşe kirduwe..
serman: le mêjû, le dayalêktîkî mêjû
le qanûnî dijekan, le yasakanî gořan û..
serman le kiłêse û le mizgewt û le katjimêrî se’at û
le boçûnekanî markis û le nizakanî papayş têkdawe!
eweta celladekem, cellade hogrekem, le jêr zemîne
konkirêtîyekanî xoyda, «edołf hîtler» pelkêş ekaw
hîtlerîş wek pişîleyekî kêwî momyakiraw leberdem
azarekanma ewq buwe ewq. cellade şeydakem,
kiławe qûçekey «cengîzxan»y piř kirduwe le:
dahênanî nwê û şanazîye tazekanî mirdin û corî mirdin,
le dinya nebînrawekanî dûkeł û xołemêş le eşkencey
teř û paraw, le fiř û fêłî dem be guł, le kuştarî
newaze, le xapûr kirdinî bêdeng, le pirsey
sewz û sûr, le mergî mufacatî xêratir le espî
boraq, eweta minîş:
be parçey piçiř piçřî ał û wałay cestem.
bew řûbare wenewşeyyaney ke řojane leberim eřon.
be waq û wîqî birîne biçkolekanim
be qîje qîjî dar û perdûy karesatekanim
be gaşe berdî serşanim û be hewrazî bêkotayîm
be lêktirazanî ser û leş û goşt û cumgem
azadîym wek şîneşahoyekî xwên girtû
ḧepesanduwe!
min û celladekem
herçî pêşbînî, syasetmedaran û abûrîy nasan û
AIC û BGK y û çepekan û řastekan û
řojnamenûsan û serxoşî meyxanekan û hołî
kongirekane her hemûyanman be diro xistinewe, bedro!
ew.. bewey ta em çirke xwênawîye bedbexteyş
ebû.. ebû: xoł, kirim, marû, canewere gunahekan û
şare mêrûle jem bûrdekanî dway heştî şubat!.
mişk û circ û gořhełkene hejarekan.. hemû.. hemû
demyan têbjendaye û keçî ta êsteyş
ta em çirke xwênawîye bedbexteyş..
ax
her.. mawe, ax!
minîş bewey
ebû leser şanî zîwînî (dad)ewe
estêrem dabgirtaye û bejnî em mêjuwem
le piştikowe heta lek
le pelke gya û le gułebax û le gułegenim û
le kazîwey beyanewe bipêçaye
bełam ta em çirke xwênawîye bedbexteyş
her beser: werîn û
her beser: sûtan û
her beser: jehir û
her beser dûkełda dabeş ebim!
to biłêy celladekem «nuḧ» pêẍember
temenî dirêjî xoy pê bexşîbê?!
to biłêy minîş.. minî hewênî azarîş
ta hetaye her mîratgirî
xaçe cwanekey ’îsa pêẍember bim ?!
êweş!
ey cê nîştekanî paytextî ta’ûn û şarî felaket!
ey ewaney berdewam
le kernevałî mirdinî řengaw řengî xotan wird ebnewe û
leser lêwarî xerendêkî qûłîş dîlanê eken
tane û teşer le birîne serkeşekanî min eden!
gaznideyş le xwênî xewałûy xotan eken
ey hawwiłatyanî memleketî nanî girya û û
«komarî tirs»!
min ’umrî dirêjî celladekem
le efsaney wenewzî êwe û
le gořistanî bêdengîtanda ebînim!
obałî ew temene le estoy zerdî tirsinokî û
le řazî bûnî kot û zincîrî řojgartandaye.
le xewnî ziř û nezoktandaye.
le qaylbûnî birsêtî û
le bestełekî aramtandaye.
êweş!
ey efser û derecedaranî
şan û mil û sersing piř le:
nîşane û medalîya nefretîyekanî kurdistan:
piř le: estêre kwêr û bedbextekanî!
êran û kwêt!
ey kełeşêr řuknekan!
ey supay -basil-!
beranber mirîşke canewerekanman û
beranber mindałe diřindekanman û
beranber jine weḧşîyekanman!
bêwêneyî celladekem û temenî dirêjî şimşêrekey
leser çepokan û ḧîley le nakawî
ẍîrete espî êwe westabû
bełam, oh! «bedaxîşewe na»
ew ẍîrete gwê tepane herzû le kelawekanî
kurdistanda û leser nwêłkî qeraẍ zongawekan
seg xwardinî
seg xwardinî
seg!