tabloy ḧewtem

Li pirtûka:
Kawey Asinger
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 13 Xulek  862 Dîtin
«cêga jûrî ejdehake û leser textekey danîştuwe û dû pasewan le piştyewe řawestawin û cadûgerîş le berdemya nûştawetewe»
«modon»y cadûger:
gewrem hatûm, ser le řêtim
qurbanî xołî berpêtim
fermayştit le ser serim
fermû biłê û min nokerim
ejdehak:
ewey eyłêm řast pêm biłê!
modon:
bełê gewrem, fermû biłê
ejdehak:
dirokirdin
legeł mina, wate mirdin
mil hełkêşan, ser peřandin
têgeyştî!
modon:
to bimênî û payedar bî
bo ême gewre û serdar bî
hîçman nawê
serman nawê, małman nawê
tenha her to şikodar bî
ejdehak:
xewm dîwe!
modon:
xew hîy to bê, firîştekan
înkî, simkan
diłnyam çonyan nûsîwe
fermû qurban
«ejdehak heł’esêt û des eka be gêřanewe»
ejdehak:
le xewma bû, nek be řastî
le cêgey guł diřkim eçnî
dest û pencem xwênawî bû
berî dinya temawî bû
darim edî her be sewzî
wişkî ekird!
qełam, koşkim çołuhoł bû
giřî egirt
emwîst hawar bikem, biłêm
bełam dengim derne’ehat
řewegurg ehatne ser řêm
xor gîrabû hełne’ehat
le nakawa şitêkî řeş
canewerê hate xwarê
destî damê, fiřanmî
tund girtimî
ta asmanî ser birdimî!
- pişûyek -
bełam xew bû
katê çawim kirdewe, kat:
nîweşew bû
- pişûyek -
to ełêy çî bo em xewe?!
řast pêm biłê
«cadûger paş bîrkirdinewe»
modon:
gewrey dinya, paşay cîhan
sêberî gişt firîştekan
xewtan mayey xoşbextîye
nîşaney berzîy sertane
dûr le tengane û sextîye
lêkdanewey be diłtane
ejdehak:
çon bedłime?
modon:
guł le xewda ebê be diřk
diřkîş be guł!
xwên aştîye!
aştîy naw dił!
tem: řûnakî û awedanî
giř:qurbanî
gurg: hêze bo serkewtin
yan nemirdin!
xor le xewta ke hełnehat
mijdeyeke bo jyanêkî
piř feř û hat!
ejdehak:
başe, başe
ey ew canewere řeşe
bo bas nakey fiřanmî
tund girtimî
hełîgirtim ta asmanî
ser birdimî?!
cadûgerî çaw piř le fêł
řast pêm biłê
řast pêm biłê
modon:
bełê, bełê
gewrem bełê
ew canewere řeng řeşe
firîştey hemû asmane!
her çend řeşe!
bełam le derûn û diła
řûnak, geşe!
herçend be řû tirsinake
bełam mijdey asayşe
asayş bo
jyanî to, bo tacî to
bo textî to!
- pişûyek -
fiřandinîş berew asman
manay awate bo jyan
wergirtinî mijdeyeke
yan hatnedî xozgeyeke
zor demêke
şay gewreman peroşêtî
xulyay derûn û hoşêtî!
ejdehak:
«be pele»
zû pêm biłê
kam mijdeye?
kam xozgeye?
zû pêm biłê
modon:
darî ziřit ejêtewe
pel ehawê, eřwêtewe!
berî hîwa û awat egrê
paşay gewreman ejdehak
kuřî ebê!
ejdehak:
«be ser suřman û xoşîyewe»
kuřim ebê?
kuřim ebê?
modon:
«be diłnyayyewe»
bełê gewrem hergîz sałê
wernageřê
kuřit ebê
ejdehak:
«be pêkenînewe řû ekate yekêk le pasewanekan»
biřo, biłên ba xeznedar
le berdemma amade bê
her êste bê
«pasewaneke be pele eçête derewe»
- pişûyek -
«xeznedar û pasewaneke dêne jûrewe, xeznedar enûştêtewe»
xeznedar:
qurban, hatûm ser le řêtim
ejdehak:
gwê bigre lêm:
legeł xota
cadûgerî řastigo bere
řêzî bigre
be parsengî qursayîy xoy
zêřî berê
her êstake dwa nekewê!
xeznedar:
bełê gewrem, bełê gewrem
«legeł cadûgera eçête derewe»
ejdehak:
«leber xoyewe»
kuřim ebê
ejdehakî biçûk ebê
kuřim ebê
girêy diłî deyan sałim
ekirêtewe
darî ziřim ejêtewe
kuřim ebê
ejdehakî biçûk ebê!
«pasewanêk dête jûrewe û enûştêtewe»
pasewan:
gewrem, gotoy ser leşkirî
aza û neberd geyşte cê
amadeye û ew eyewê
bête ber textî bizurgitan
bête latan
ejdehak:
ba xêra bê
«pasewaneke eçête derewe gotoy serkirde dête jûrewe»
«enûştêtewe»
goto:
dest leser sing, kiřnûş birdû
amade bû
leber demî şay gewreda
řawestam ta fermanî
binême ser herdû çawim
xomî bo bikem be qurbanî
ejdehak:
gotoy aza xoşît hanî!
to biřbiřey piştî minî
gewrey gişt serkirdekanî
to cêy biřway ejdehakî
piştîwanî qeła û koşkî
goto:
gyan le ser dest çaweřwanim
ser berdebazî fermanim
fermanê bo mirdinîş bê
min be ahengî ezanim!
ejdehak:
lelay goto, dengubasî
çete û yaxî
naw şaxekan çon çonîye?
hewał çîye!
goto:
hewał mijdey serkewtine
řê le yaxîbû girtine
tîrekanman
peykanî ser řimekanman!
ne xwarî kird, ne serî kird
yek yek nîşaney tewawî
xoyanyan girt
le yaxîbû zoryan kujran
be destibesteş gelê gîran
ejdehak:
hênawtanin
legeł xotan?!
goto:
le zîndanan!
ejdehak:
le çetekan
hîçyan mawin, hîçyan derçûn?
goto:
her ewendey pencey destin
ew kemeşyan tefrutûnan!
pişt be yektir nabestin
le dway geřanewem dawman
nawetewe, byangirin
ejdehak:
le encama çî tirtan kird?!
goto:
diłnya bûyn, geřaynewe
xoman serkewtû maynewe!
ejdehak:
ey jimarey kujrawî to?
gîrawî to?
goto:
kujrawî min, tenha de bûn
gîraw nebûn!
«ejdehak heł’esête ser pê, kemê hatuço ekat, dwayî be tûřeyyewe ełêt:»
ejdehak:
diłim xerîke le gotoş,
kirmê ebê
min wam newîst, min wam nawê
hemû, hemû
tirsinok bûn!
serkirdey aza pêm ełê!
le yaxîbû hendê derçûn
lêşyan kuştûn!
wate mawin, nefewtawin!
keçî pêm ełê serkewtûn!
çon serkewtûn?!
çend segêkî xwêřîy kêwan
gotoy serkirdemyan bezan!
çak serkewtûn!
goto:
gewrem, nebezîwîn, bełam
ejdehak:
bełê, bezîn
min wa ełêm êwe bezîn
êwe hemû tirsinokin!
êwe řêwîn!
- bełam -y çî!
leşkirêkî hezar kesî!
leş zirêpoş
têr û poşte
hendê birsî!
lêy bikujê!
wate bezî!
goto:
gewrem, witim ewey mawin
be řêgewen řû le dawin
her ewendey pencey destin!
haka kewtin
haka le birsana mirdin!
ejdehak:
her wa ebê dirokirdin!
goto:
bełên edem be şay gewre
gewrey leşkir
bełênî pyaw
tenha mawey de řojî tir!
mołetim ba
řêgey geştêkî tirim ba
birînî kon sařêj ekem
le yaxîbû ewey mawe
yek, yek
wek seg
le berpêta řayan’egirim
petyan ekem
paşay gewrem, dawa ekem
mołetim be
ejdehak:
de řoj zore
mołetî min hefteyeke!
- pişûyek -
«le ser qisekirdin eřwat»
bełam bezeyîy pêşêl ke!
řiq biřwêne
xoşewîstî dirwêneke!
deẍił û danyan
xoyan û mał û mindałyan
beyekewe bisûtêne
min wam ewê!
goto:
bełên edem
şay gewreman çonî ewê
min wa bikem!
ejdehak:
sibey ber lewey xor hełbê
baregay şeř amade bê
bo kewtine řê
dway hefteyek taqe yekê
lew yaxîbuwane nemênê
min wam ewê
goto:
bełên edem be şay gewre
yan wa ebê, yan em sere
bo xak ebê
ejdehak:
min wam ewê!
goto:
«le dway qeyrê řawestan be tirsewe»
bełam şay gewre ezanê
kilk natwanê
bê serî mar le nawa bê!
ser tya biçê!
hemû şitê da’emirkê!
hîç namênê!
ejdehak:
a bew şêweye řiswa bûn
derbeder bûn
xoy kuştine
taze jyanî fereydûn
her mirdine
legeł eweşda geřanman
bo şwênî ew
bo xwênî ew!
her le dûy soraxkirdine
des hełnagrîn!
goto:
cêgey wine, řêgey wine
ejdehak:
çarenûsî her mirdine
- pişûyek -
bełam nyazî ebê çî bê
be hîway çî
exwa û ejî
min tênagem to ełêy çî?!
goto:
eyewê kiławî babirdûy
bigrêtewe?
eyewê xewî řabirdûy
dwênêy mirdûy
tacî winbûy
text û bextî le dest derçûy
bo bêtewe
lepaş řizîn darî hîway
ber girê û bişnêtewe
carêkî tir bijêtewe
ejdehak:
meḧałe bîbînêtewe
ebê ta mawe fereydûn
bew daxewe bitlêtewe!
- pişûyek -
«le ser qisekirdin eřwat»
dwa hewałî nihênîzan
way řageyan
ke fereydûn
wa le nawçey pîremegrûn
çaweřwanîn
diłnya bîn
ewsa xoman amade keyn
le nakawa be serya beyn
- pişûyek -
bełam ke girtim, naykujim!
eykem be peng
be dinyada eygeřênim
a lêreda, lem şwêneda
şa fereydûn
wekû meymûn
bo gałte heł’epeřênim!
goto:
řiswa bûnî pîlanêke
her satêkî mirdinêke
- pişûyek -
serim berz û gewrem ekey
eger gotoy cigersoztan
bo girtinî be řê bikey!
mayey şanazîy jyanme!
karî weha be min bikey
ejdehak:
pele nakeyn, be hêmnî
daw eçnîn bo girtinî
to, beyanî
bo geştî temêkirdinî
dwa carî yaxîbû biřo
min her ewem ewê le to!
goto:
paşay gewre diłnya bê
bełênî em carey goto
řûřeş nabê
ejdehak:
min her ewem ewê le to
- pişûyek -
toş bizane çarenûsî
řeş yan sipî!
bo min û to
wek yek waye, be tenya nîn
le yek cya nîn
goto:
çarenûsî řeş goř ekeyn
be destî hêz!
dergay nûşustî mor ekeyn
dujminî textî ejdehak
serşoř ekeyn!
ejdehak:
ger wa nekeyn
gunah ekeyn
- pişûyek -
«pasewanî ber derga dête jûrewe û enûştêtewe»
pasewan:
loloy wezîrî deste řast!
loloy xizim û cigersoztan
dawa ekat
bête ber textî bizurgitan
bête latan
ejdehak:
ba êsta bê
ba xêra bê!
«pasewan eçête derewe»
«le ser qisekirdin eřwat»
serî marî siřbûy bêtîn
le gyaneławî mergidaye
hergîz nagatewe hawîn!
goto:
zistanî sextî bê’aman
bestełekî çya û kwêstan
řeḧim naken!
řêgey pyawî kewtû naden!
«loloy wezîr dête jûrewe û enûştêtewe»
lolo:
řojî řûnak
diłî řûnak
şa ejdehak
lolo leber textî ewa!
dest leser sing řawestawe
kiřnûş eba!
çaweřwanî fermayştî!
gewrey eka
ejdehak:
«řû ekate goto»
xoşîm dawaye bo lolo
goto:
pişt û hêzî koşke lolo!
«řû ekate lolo»
ejdehak:
dengubasî lay to çîye?
lolo:
ewey heşbê!
şayenî baskirdin nîye!
bêbayexin!
ejdehak:
eger bayexîşî nebê
to her bîłê
lolo:
naḧezanî koşkî paşa
çend birsî û gêreşêwênê
řojî dwênê
lenaw xełka
kewtibûne qaw daxsitin
qisey bêcê û bêřê kirdin
dway pişkinîn
heşt no deyekman lê girtin
êsta le zîndana bendin!
ejdehak:
netankuştin?!
lolo:
pele nakeyn, heta azar
heta zebrî qamçî û dar
nihênîyan exate řû
ewsaş kuştin!
xełatyane bo zû mirdin!
ejdehak:
zor bedłime, zor becêye!
goto:
pîlanêkî wird û nwêye
gewrem, lolo
’eqłî danay koşkî toye
ejdehak:
«řû ekate lolo»
witit qisey bêcê û bêřê eken
qaw da’exen
xełk han eden
qaw wekû çî?!
çîyan ewê?!
lolo:
«lepaş dûdłî û siłemîneweyek»
gewrem ełên
wekû ełên!
nanyan ewê
labirdinî bacyan ewê
ejdehak:
«be gałtewe»
tacyan nawê?!
- pişûyek -
goto:
zîndan û mirdinyan ewê
ejdehak:
«be řiqewe»
eyannasim!
mał be mał eyansûtênim
yek be yek hełyan’ewasim!
çîm lê kirdûn?
destim girtûn?!
birsîyane
pêyan biłê
kê ta emřo le birsa mird?!
- pişûyek -
goto:
gewrem ta xom
heta leşkirî sibeynêm
amade kem řêm ke biřom!
ejdehak:
to serbestî
eřoy, biřo
bełam be dił çaweřwanîn
mijdey serkewtinî goto
zû wergirîn
lolo:
heta êmeş amade bîn
paş hatnewe, paş serkewtin
ahengî xoşî bigêřîn
çaweřwanîn
goto:
paşay gewre, loloy dana
le êstawe diłnya bin
ke serkewtin
wa le dest û hêzî mina!
«goto enûştêtewe û eçête derewe»
- pişûyek -
«ejdehak maweyek be bêdengî hatuço ekat»
ejdehak:
kên ewaney girtûtanin?!
lolo:
çend kesêkî
dost be kuştin û tawanin!
ejdehak:
nawim ewê!
naw nazanin?!
lolo:
«paş tozê bîrkirdinewe»
ewey bîrme!
yekêkyan nawî gurdoye
kuřî kawey asnigere!
ejdehak:
gurdo, gurdo
weçey şeře!
le nejadî xêzanêkî derbedere!
lolo:
le parewe heta emřo
le kuřanî kawe şeşyan
gîran, kujran
bełam dyare ’aryan nena
wek xoyan wan!
ejdehak:
tenya kuştin!
řêgaye bo temêkirdin!
dwa weçey şeř
emşew ebê le naw berin
kaweş bigirin!
lolo:
gewrem eger kaweş bigrîn
ebê îtir doş damênîn!
ejdehak:
«be sersuřmanewe»
doş damênîn?!
lolo:
bełê gewrem
tenya asniger bizanê
yan bitwanê
ke tîr û řim
dirust bika her kaweye
ew asnigerî şarezay!
em naweye!
çonî bigrîn?!
ejdehak:
«paş qeyrê řawestan»
ger ew nema pek ekewê?!
lolo:
homan her ebê têykewê!
bełê gewrem
ger ew nebê
diłnyam lewey pekman ekewê
da’emênîn!
ejdehak:
kewate carê naçarîn
çaw bipoşîn
lolo:
bełê gewrem
pêwîst eka kawe negrîn
çaktir waye aram bigrîn
wekû fermût, çaw bipoşîn!
ejdehak:
«lepaş qeyrê bîrkirdinewe»
madam waye
carê gurdoş her mekujin!
ba her bendî naw zîndan bê!
leşî xorakî lêdan bê
lenaw birdinî hełgirin
bo ew katey pêtan ełêm
hetakû xom qise ekem!
lolo:
bełê gewrem!
to çon ełêyt min wa ekem!
- pişûyek -
«pasewanî ber derga dête jûrewe û enûştêtewe»
pasewan:
gewrem, paşa
şajin pyawêkî narduwe
be pele řaysparduwe!
dawat eka
ejdehak:
«heł’esêt û be şipirzeyyewe»
be pele daway min eka?!
pasewan:
bełê gewrem, dawat eka
«be şiłejawîyewe ejdehak û le dwayewe lolo û pasewan eçne derewe»