tabloy heştem
Li pirtûka:
Kawey Asinger
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
16 Xulek
1211 Dîtin
«cêga dûkanekey kawey asnigere, kat beyanîyekî zuwe, «piştiko»y hawřêy gurdo le dway girtinî gurdo bote şagirdî kawe, taze dûkanekey kirdotewe û xerîkî řêkxistinî keresey îşe, paş maweyek bêdengî be dengî berz leber xoyewe ełêt:»
legeł diłî şêt û wêłma
herd û doł û lûtke nema
neypêwim û pya negeřêm
ta dewen û darê nema
nemnasin û nezanin kêm!
heta ejno şil bû geřam
ta sinûrêk xeyał eydî
geřam, řoştim
bełam encam, negeyştim
bew dinyayey ke min wîstim
- pişûyek -
serdemêkî tir hat û çû
her aware, hîlak, wêł bûm
be dûy arama şewkêł bûm
serhełgirtû
lenaw baweşî siruşta
egeřam be şwên beheşta
bełam encam têgeyştim
ke lewêşda xomim nedî
xom nenasî!
- pişûyek -
serdemêkî tirî temen
bo xway dadperwerî geřam
ta le dîlî řizgarim ken
ta bigeme řojî encam
kiřnûşim bird!
mangim perist, xorim perist
deryam perist, giřim perist
bełam encam her wêłîy bû
her tarîkî, her dîlîy bû
- pişûyek -
serdemêkî tir çawî yar
bałay şoxuşengî nazdar
awatim bûn, xulyay gyan bûn
hewênî hemû jyan bûn
bełam encam, negeyştim
bew hîwayey ke min wîstim
- pişûyek -
bełam le geřan nekewtim
wirey awatim ber neda!
heta be aram geyştim
takû kołim be dîlî da
ta wêł bûnim be qonaẍî
awedanîy řêge geyand!
heta na’umêdî û axî
sergerdanîm le diła mird!
- pişûyek -
bîrî azadîm dozîyewe
xom pê nasî
xoy pê nasîm!
řûnaktirîn řêm bînîyewe
serkewtinî jînim tya dî
zanî min kêm!
le kûreya xom twanewe
ta legełya jyamewe
- pişûyek -
le însanî dewr û piştima
le çwar dewrma!
le çawî birsî û hejara!
xomim bînî
le gerdelûlî azara
legełyana şewm biřî
le xoşewîstîy ewana
beheştim dî
kawem nasî, gurdom nasî!
kurdim nasî!
- pişûyek -
«kawe be cilî karewe dête jûrewe»
kawe:
cêgey gurdom
qet win nabê
heta piştikom
legeła bê!
heta lem çya û kejeda!
taqe kurdê serberz mabê
řêm řûnake
ew, gurdoye
xakîş dayk û biřwaş bawke
piştî řapeřînim egirin!
piştiko:
nek her tenha bo îşkirdin
wek şagirdî asnigerê
wekû şagirdî baweřê
legeł todam heta mirdin
kawe:
şagirdanî řêy serbestî
ew leşkiren!
çok be jêrdestî, da’eden
bo sibeynêy bextyarîş
beharî awat û mijden
- pişûyek -
piştiko:
gişt şagirdan
hemû merdan!
tînûyn, tînûy řojî hestan
çaweřwanî bangê ekeyn
heta be xwên
giřî serfirazîy xoş keyn
kawe:
«paş qeyrê bîrkirdinewe»
nagatewe řojêkî tir
yan eweta kiłpey agir
bo serkewtin beser şewa
ekeynewe
yan eweta ebê îtir!
nełêyn pyawîn
piştiko:
«be xoşîyekewe nizîkî kawe ekewêtewe»
ey min westa!
minîş xwênim, gyanim, diłim
wa leber û lepî destima
minîş amadem bicengim,
legeł tarîkî û mirdina
ey min westa!
ey min çî bikem legełtana
kawe:
gwêm lê bigre:
her satê min kewtime řoştin!
şwên pêy hengawim hełgire
yan pêkewe dest ekeyne
milî mirdin
yan serkewtin
- pişûyek -
piştiko:
be dway westay xoşewîsta
be dway tîşkî serbestîya
be şwên pêy azadîwîsta
çendin jimarey ewaney,
sûtemenîy agirî cejnin?!
kawe:
hezaranin!
piştiko:
tenha, xełkî pêdeşt, şarin?!
kawe:
le şarewe heta lûtkey
heta piley sextî kêwan
ta nizarî çiř û bêşey
sardî kwêstan!
piştiko:
«le dway bêdengîyek»
bełam westa!
emřo jyan sardusře
cûłe keme, dinya kiře
deng nabîsim le hîç layek
ta şeqey bałî bałinde!
heta cûłe û şiney bayek
kawe:
lepêş gerdaw hełkirdina
lepêş şepolî mirdina!
derya mate, asman şîne
ewey bêxem bê zemîne!
le bêdengî wa bitirse!
lepêş gerdaw hełkirdina!
piştiko:
«ledway kemê bîrkirdinewe»
ewey wîstim
êsta be dił têgeyştim
- pişûyek -
«le ser qisekirdin eřwat»
başe bazařî îşkirdin
emřo bo kê?
ekewête qoł kutandin
kûre bo kê edemênîn?
areq boçî eřjênîn?
bo das yan bo tîr û kewan?
bo bêł, bo paç?
yan bo nûkî tîjî peykan?!
kawe:
hîç kamêkyan!
piştiko:
çî tir mawe!
kawe:
çekuş mawe!
hêzî destî hêrş mawe
piştiko:
kewate êste îş ekeyn?!
kawe:
hetakû mirdin îş ekeyn
îstaş ebê,
çekuş firyay destî biřway
řapeřînî hełmet bixeyn!
pele bikeyn
pêş çêştihengaw
asin le bûtey kûreda
ekeyn be aw
heta çekuş dête berhem
dest hełnagrîn!
piştiko:
areqî mandiwêtî nasřîn
dest hełnagrîn
heta çekuş dête berhem
wiçan nadeyn
çekuş firyay destî biřway
hełmet exeyn!
westa legełta amadem!
bełên edem
bełênî pyaw ke nesrewm!
heta çekuş dête berhem
min ewende têgeyştûm!
bo amancî gel îş ekem
le xoburdûm!
kawe:
em çekuşe!
yan çekuşêk ebêt nawî
eçête naw, nawî zîndû
pişt le dway pişt bo şanazî
basî eken newey hatû
yan eweta emîş nawî
kwêrewe bûy mêjû ebê
win û mirdû!
- pişûyek -
«le tabloyekî bêdengîda ke maweyek exayênêt dest eken be îşkirdinêkî bêwçan û areq řiştinêkî sextî mandû bûn bo dirustkirdnî çekuşî azadî û řapeřîn»
«dway lêbûnewe û dirustkirdnî çekuşeke, bedem henaseswar bûnî mandiwêtîyewe «kawe» çekuşeke egrêt be destewe û lêy wird ebêtewe û «piştiko»ş le kawe nizîk ebêtewe û çaweřwanî ewe ekat ke çî ełêt»
kawe:
«legeł çekuşekeyetî»
mayey řencî bê pişûdan
tom bo em destane xułqan
em destane ke qiłîşyan
demyan bo to kirdotewe
ta tołeyan le zordaran
bikeytewe
mayey jyanî têkoşan
tom bo em destane xułqan:
tînyan berê, guřyan berê
hêzî şaxudaxyan berê
ta bitwanin hełtigrin
bo amancî řûnake řê
hełtibřin
- pişûyek -
mayey teqellay bêwçan
mayey řencî bê pişûdan
to le kûrey agirî sûra
jyanit kira be bera
dway twanewe le azara
le dayk bûy
êmeş wek to
ewe gurdo, ewe piştiko
wekû hemû řenicderanê
azar çawî kirdûynewe
dey ey dostî çewsanewe
ba pêkewe bigeyne cê
cêge lûtkey jyanewe
- pişûyek -
ey çekuşî hêz û biřwa
nîşaney řenc û twana
dostit zore,
cêget ser gilêney çawe
bełam hêşta
tînwêtîy zaxawit mawe
tînwêtîy zaxawî dwayî
ebê her be xwên bişkênî
xwênî napak
xwênî tawanî ejdehak
- pişûyek -
piştiko:
westa aram le naw gyana
gerdî weřisbûnî lê nîşt
çaweřwanîy dûrudrêj
wa oqrey kuşt
keçî hîç dengêkim nebîst!
kawe:
min pêm witî
yan eweta şewezengî
emşew ebê be çiraxan
yan eweta her tarîkîy
mirdin ebê wek gořistan!
- pişûyek -
«kawe le ser qisekirdin eřwat, dway kemê bîrkirdinewe řû ekate piştiko»
gwêm lê bigre
her êstake pê hełgire
biřo heta dûřyanî
ew dîwî gird
çaw hełbixe, çawêkî wird
her karwanêkit bedî kird
pêşengekey «sûr» çuwewe
bê řawestan
weramekem bo bênewe
zû werewe
piştiko:
ser le pênawa amadem
çît wit bîkem
«be pele eçête derewe»
«kawe be dem hatuçokirdinewe»:
dujmin siteme bitwanê
řîşey biřwa derbikêşê
tenya pwaz, pwaz nebê
darî em care naqłîşê
min diłnyam karwan pake
dûr le kesanî napake
bełam guman a lem kate
hebê başe, hebê çake
- pişûyek -
«řû ekate danîştuwan»
ger serkewtîn tac bo kê bê?
le bîrtan bê
- bełam qisey xoman bê -
hemû ełêyn bo fereydûn
her min nałêm ba bo ew bê
dyare lêm epirsin boçî!
ey bo kê bê?
bîr û biřway min wa ełê
- bo kurdê bê -
xwên biřêjin, kurd qurbanî
merdane bê
boçî encam bo «parsêkî»
bêgane bê
ba hełwêstîş dostane bê
min wa ełêm le bîrtan bê!
«karday cûtyar be matîyewe dête jûrewe û pêş ewey qise bikat, kawe berew řûy eçêt û ełêt»:
kawe:
hîçtan nebîst?
çî tirtan kird?
pêt newtin key ecûłêyn,
berew cêgey gifit û bełên
«karda matîy daygirtuwe û weram nadatewe, kawe le ser qisekirdin eřwat»:
bê weramî? wekû şitê giriftarî?
wa etbînim
be řenguřûta pest dyarî
çî řûy dawe? çî, pêm biłê!
řast pêm biłê!
«karda em careş her weram nadatewe»
kawe:
wa teqim kird
wa şeqim bird
çî řûy dawe, meyşarewe
çî, pêm biłê?
karda:
«be quřgî piř le giryanewe»
çît pê biłêm
dengubasî cerg û dił biř?
hewałî kostî kutupiř?
çît pê biłêm
kawe:
«be şiłejawîyewe berokî karda egrê û řay’eweşênê»
hewałî merge?! kostî kê?
zû pêm biłê wa şeqim bird
karda:
karun, karun
karunman mird!
kawe:
«destî ber ebêtewe û tewaw sist ebêt û eçête ew lawe be dengêkî piř le tasewe ełêt»:
karunman mird! karunman mird?
bangiderî şax û kêwman mird?
«paş tozîk bîrkirdinewe, le piřêka be xêrayîyewe be dengêkî berzewe le karda eçête pêşewe û ełêt»:
bełam netut
karun çon mird?
kujra? gîra? nexoşîy girt?
karun çon mird?
karda:
dwênê, dwênê
lew peřî zê
zêy gewredê.
kat demew nîweřo ebê
legeł syanî tira ebê
le nakawa tûşî bosey
zû nirawey «goto» ebê
ledwa şeřêkî bê pişû
karun û dwanyan ekujrê
tenya yekêkyan der’eçê!
be dizeřê ewîş hełdê!
pêş qeyrê bû,geyşte cê!
ew hewałe şûmey damê!
kawe:
xem le derûnewe ała!
kostî karun
daxî gewrey na be diła
bełam pêm mełê karun mird!
mirdin
wate bîrçûnewe
awabûn û lêbûnewe!
bełam hergîz azadîxwaz
le bîrî gel neçûnewe!
mirdinî wa:- jyanewe,
řapeřîn û hestanewe
dirust eka!
kostî weha: «serbestîy
xoşewîst eka»
- pişûyek -
karday becerg ba destî xem
nexeyne jêr çeney daman
ne zor ne kem
hełînedeyn be dujminan
pêman şad bin
ba em koste řeşey mirdin
bo řûnakîy sibey hatin
tînman batê bo pêşewe,
bo serkewtin
karda:
«dway ewey pişûyek edat û tozê dêtewe hoş xo û qisekanî kawe karî tê eken ełêt»:
çî biřyar bû becê hênra
qisey bełên be kirdewe!
be řê kira!
giftî ziman û giftî dił
merdane hemûy yek xira!
kawe:
gişt amaden?
karda:
çaweřwanî teqînewen!
kawe:
ey çawî pîs, çawî dujmin?!
karda:
hemû winin!
gişt leşkirî bûk birdinin!
kawe:
bûk birdinin?!
karda:
le dwênêwe koşk jawey dê
lolo xerîke bo «mizdak» jin ehênê!
kawe:
em řêkewte
bo tołey dax le dił, bexte!
em hełkewte!
zêřî wexte!
karda:
ebê biřom çawî dwayî
be naw řîza bigêřmewe
ta weramî diłnyayî
betewawî ehênmewe!
kawe:
çaweřwanim emênmewe!
«karda eçête derewe»
- pişûyek -
«piştiko be pele xoy ekat be jûra, pêş ewey qise bikat kawe ełêt»:
kawe:
adey biłê
hewał çî bû? mijdem berê!
piştiko:
wa karwanê
le dûrewe le dûreřê
dyare bo êre mil enê!
birîskey sûrî pêşengî!
direwşey dê
dengî zengî
egate gwê!
kawe:
her ewendey pêşengî sûr!
karwanî mandûy dûreřê
bigate cê!
ewsa ezanît çî ebê!
çî eqewmê!
piştiko:
ebê karwan nîşane bê
nehênîy em hestane bê!
- pişûyek -
«tabloy bêdeng:- madya dête jûrewe eçête pał kawewe û dest ekat be çirpeçirp legełya eřwate derewe, dway ew kardux dête jûrewe, dîsanewe emîş eçirpênê be gwêy kaweda, eçête derewe, inca dwa bedway emîş zêmrî û zamawa dêne jûrewe emanîş heman cûłanewey řabirdû dûbare ekenewew eçne derewe. lem tabloyeda şano wek pûrehengî bizûtnewey lê dê, mebest lem tabloyeş nîşaney dwa amadebûne bo řapeřîn».
«qawẍî bêdengîy tabloy řabirdû, be deng û hera û ẍełbey xiroşaw û řapeřînî mîllet eşkêt, ta bêt wirdewrde dengeke nizîktir ebêtewe û gewretir ebîstirêt, lem kateda ewey leser şanoye «kawe û piştiko»n, piştiko be xwêngermîyewe řû ekate kawey westay û ełêt»:
piştiko:
«gwê heł’exat»
deng ebîsim, westa denge
dengî xiroşawî xełke?
girmey hewre? yan çexmaxey
asman sûtênî birûske?
wijewjî řeşebaye?
yan gerdawî naw deryaye?
deng ebîsim, denge
kawe:
kuřim minîş çak gwêm lêye
ewe girme û nałey hewrî
dengî xełke
ewe çexmaxe û birûskey!
hawbîranî min û toye
kuřim minîş çak gwêm lêye!
piştiko:
westa dengêkî besame
kwanê dengî xełk waye?!
kawe:
kuřim, mîllet ke birsî bû
tînûy řojî serbestî bû
dax le diłî jêrdestî bû
dengî waye!
piştiko:
westa, em denge takû bê
bo nizîkî lay ême dê
kawe:
gyanman be pîryewe eçê!
piştiko:
kewate boçî nacûłêyn?
destewestan řawestawîn?
kawe:
kuřim, be bełênî ewan
ême çaweřwan kirawîn!
newestawîn
piştiko:
westa, ey çek: şimşêr, qełẍan
tîr û kewan
çî hełgirîn? be destî řût!
biçîne wêzey dujminan?
kawe:
le zexîrey çekî dujmin
ke her xom dirustim kirdin!
sał zyatre le berewe!
be nehênîy edzimewe!
her bew řim û tîrey xoyan
xoyan ebê bikujmewe!
piştiko:
ey ewaney wan be řêwe
çîyan pêye?
kawe:
çî be destewe hatbê!
eger berd bê, eger dar bê
hełgîrawe!
piştiko:
ey min, westa çî hełgirim?
řimê, şimşêrê, hîç mawe?
kawe:
amadeye, hełpesêrrawe!
piştiko:
le kwê? le kwê danrawe?!
kawe:
le gencîney jêr dûkana
le cêy dujmin pê nezana, danrawe!
piştiko:
westa deba deryanbênim
be singimewe, be diłmewe
wek korpe byannûsênim
yek le ser yek maçyan bikem!
kawe:
deryanbêne!
be şêneyî byanhêne
a lêrewe biço xwarê!
binmîç nizme, serit neşkê!
daynewêne!
«piştiko lew cêgayewe eçête xwarewe ke kawe boy destinîşan ekat, dengî xełkeke zyatir nizîk ekewêtewe, kawe leber xoyewe»:
kawe:
em tofaney ke hestawe
çî xoy le ber dema egrê!
em lêşawe
kam tarîkîy řanamałê?
em tofane, mirdin lûşe
çi zordarê hełnalûşê!
em lafawe tirsinake!
çon qełay řeş danapoşê!
- pişûyek -
«piştiko» be baweşê řim û tîr û şimşêr û keresey ewsay cengewe ser ekewêtewe, dayan’enêt û řû ekate kawe û ełêt:
piştiko:
wa hênamin namne ser dił
westa biłê çî hełgirim?
çîm edenê?
kawe:
her kamêkyan destyan beytê
beramber dujmin wek yekin
demî şimşêr, tîr û kewan
serî çekuş yan nûkî řim
piştiko:
řim heł’egirim
«řimêk heł’egrê»
«dengî xiroşawî xełkeke her le nizîk bûnewedaye, karda û madya dêne jûrewe»
karda:
dozexî gelî xiroşaw
kûrey ẍezebî daxraw!
kewtûne řê berew koşkî
şay ḧepesaw.
madya:
hezaranin, le ser destyan
gyanyan, diłyan, hełgirtuwe
yan serbestî yan mirdinyan
bo encam hełbijarduwe
«kawe dest ekat be xo kokirdinewe, ber koşekey ekat be serî řimêkewe, çekuşekey heł’egrêt, karda û madyaş lew çekaney danrawin her yekeyan babetêk heł’egrêt»
piştiko:
ey pasewananî koşkî
zînde be zor be çałkirdin
dewruberyan negirtuwe?!
karda:
çwardewrî koşkyan tenîwe
leser agirî tirs ejîn!
kawe:
«řû ekate hemûyan»
wa em berkoşe le ser řim,
řimî tołesên heł’egirim
yan ebête ałay jyan
yan be kifnî sûrî gořim
«kardux û zêmrî û zamawa hersêkyan be pele dêne jûrewe»
kardux:
katî qise nema, hîwa
çaweřwanî kirdeweye
xwên le ême dawa eka!
zêmrî:
pele eka, bangiman eka
zamawa:
daway yekêtîman eka
kawe:
wa swênd exoyn
dway swênd eřoyn!
«hemûyan le yektir nizîk ebnewe. destyan be çekekanyanewe berz ekenewe û leyekyewe e’ałênin, dengî xiroşawî xełkîş her le zyad bûndaye. «kawe» swêndekan exwa û ewanîş bekomeł eysênnewe.»
swênde, swêndî kurdperstî
swêndî serşořîy newîstî
swêndî biřwa û xoşewîstî
swêndî le xo damałînî
bergî nokerî û jêrdestî
swênde, swêndî kurdperstî
swênde bo xorî serbestî
***
swênde hemû eyłêynewe
swênde ke nageřêynewe
***
swênde bew xwênaney řijan
bûn be çirawkî řêy jyan
swênde bew sikaney sûtan
swênde be firmêskî daykan
swênde bew zerdexenaney
leser lêwî korpe kujran.
***
swênde hemû eyłêynewe
swênde ke nageřêynewe
***
swênde eyxoyn bew zimaney
bûnî kurdî pê pijawe
swênde eyxoyn bew wiłatey
kurdistanî daykî nawe:
be şaxudax û řûbarî
be bêşey çiř û nizarî
be hemû mişte xołêkî
be aw û berd û darî
***
swênde hemû eyłêynewe
swênde ke nageřêynewe
***
swênde be řim, be tîr, çekuş
be meçekî hełgiranî
swênde be meşxełî şořş
be kiłpe û giřî sûtanî
swênde hemû eyłêynewe
swênde ke nageřêynewe
«bedem witnewey em beytey dwayîyewe legeł perde dakşanda eçne derewe û le heman kata dengî xiroşawî xełkeke tewaw şano piř ekatewe»