tabloy şeşem

Li pirtûka:
Kawey Asinger
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 12 Xulek  849 Dîtin
«cêga jûrêkî małî kaweye, kawe le çaweřwanîkirdindaye, be jûrekeda hatuço ekat»
gurdo dête jûrewe:
gurdo:
zor řawestam kesyan dyar nîn
kesyan nehat
kawe:
axo bizane gîrî çîn
kuřim, her dên
nayşkênin gifit û bełên
pasewanî ber derga be
be’aga be
ebê her bên
«gurdo eçête derewe»
kawe:
kase piř bû lêy eřjê
kasey řiq û daxman piře
ba em řiqe, ba em agire
le dagîrker hełbipirjê
be gij zordarana biçê
destî xwênawîyan bigrê
leşyan bigrê
koşkî piř tawanyan bigrê
- pişûyek -
zor demêke êskî řenciman
mêşkî řołe û cwan û genciman
xorakî xwanî dujmine
zor demêke em wiłate
wek gořistan
daykî negbetî û mirdine
zor demêke em wiłate
çya û kejî
wek xełkekey pest û mate
zor demêke çaweřwanî
beharêkî feř û hate
- pişûyek -
pařanewey řû le asman
pařanewey destew’ejno
sikała bo firîştekan
tefrey jyanî desxeřo
firmêskî çaw, henasey sard
hemû beşê bûn le diro
bêsûd, bêdad
her maynewe jêrdeste bûyn
nek car û dû
hezar car maran geste bûyn
- pişûyek -
bo geyştin
be azadî, be serkewtin!
ebê bacî xwênî dił beyn
dest bikeyne milî mirdin!
dinyay xem û na’umêdî
piř le hîway çepkeguł keyn!
ałay sipîy xoşewîstî
le naw gyana bo yek hełkeyn
bo ser koşkî ejdehakîş
řeşeba bîn
gerdelûl bîn, hemû hełkeyn
- pişûyek -
«gurdo dête jûrewe»
gurdo:
babe, ewa yeke yeke
dyarin, hatin
kawe:
bexêr hatin.
«řû ekate gurdo»
adey ew libadeş daxe
«libadêk da’exat»
gurdo:
çaweřwanî fermayştim!
legełtana min danîşim
yaxud biřom?
kawe:
çawî bedî pena û pasar
nehêngirin
bo ejdehak
êşkî parêzî pêwedan
le nakawa le pyaw egirin!
wa çaktire!
ber dergay parastin bigre
pasewanî serbestî be!
gurdo:
ser le pênawa amadem
çît wit bîkem
«berew derewe eřwat kawe bangî ekatewe»
kawe:
bîrim nebû
daykit kwanê le mał nîye?
gurdo:
beyanîy zû
hêşta hetaw nekewtibû
agam lê bû
amade bû, biçê bo ser
giłko û gořî birakanim
«gurdo eçête derewe»
- pişûyek -
«karda û madya û kardux yek le dway yek yene jûrewe»
- siław
- siław
- siław
kawe:
bexêr hatin ser herdû çaw
diłtan řûn kird
gyantan xoş kird
małî mintan
awedan kird!
«da’enîşin»
- pişûyek -
kawe:
segekanî koşkî zordar
wek şêt û har
dwênê kewtûnete bazař
destineparêz
dirwêney leşyan kirduwe!
be řim kasey serî zoryan,
hełgirtuwe!
madya:
çi hewałêktan bîstuwe?
kardux:
her paşayek, wek ejdehak
wiłat wiłatî xoy nebê
tacî dizraw bikate ser
karda:
text fiřêner
ebê wa bê
kawe:
leweş zyatir
boye kîne û řiqî zore
şimłî şûmî hera û şeře!
xwênawxore,
çunke ziře
wecax kwêre!
madya:
kawe pêkay, serinc wirde
kardux:
fermayştekey pesende
karda:
darî ziř û bêber najî
ebê bimrê
be lada bê
zû bê û direng
«gurdo dête jûrewe»
gurdo:
babe, daykim geřayewe
le ser qebran
le dway giryan
le paş şîwen û le xodan
madya:
be tenya daykî to nîye
siksûtaw bê
kuř kujraw bê
cergî le ser pişkoy xefet
hełqirçaw bê
be tenya daykî to nîye
kawe:
«řû ekate gurdo»
kuřim biřo pasewanî
ber derga be
be’aga be
gurdo:
bełê babe
«eçête derewe»
«sara, daykî gurdo dête jurewe, mîwanekan leberî heł’estin»
sara:
hemû layek bexêr hatin
ser řoḧ, ser dił, ser çaw hatin
hemû layek bexêr hatin
madya:
gurdot nemrê
serfiraz bî
îtir nasor yêxet negrê
şîwen bes bê!
asman sebûrît batewe!
karda:
çakan ecirit bidatewe
netirs tołet bikatewe
kardux:
hemû emrîn
em řêgaye ebê bibřîn
asman sebûrît batewe!
sara:
fermûn, fermûn
dabnîşin
«da’enîşnewe»
«le ser qisekirdin eřwat»
kuřtan nemrê
le marî ser şan be dûr bin!
firîştekan
dest be bałtanewe bigrê
hîy hemuwan!
kawe:
birsîmane nîweřoye
hîçman heye
sara:
ewey heye nan û doye!
kawe:
boman bêne!
«daykî gurdo řû ekate mîwanekan»
bexêr hatin, ser çaw hatin
«eçête derewe»
kawe:
«be tewsewe, mebestî le qisekanî saraye»
firîştekan, řizgarman ken
řizgar nabîn
efsanekan, řaberman bin
xiraptir bîn
çaktir nabîn
- pişûyek -
madya:
dwanman mawin, amade bin
bo nehatin
kardux:
nayen wityan:
geştê bo naw çya eken
ger serîş ben
ebin be syan
kawe:
manay çî syan?
karda:
gałteye yan
kardux:
gałte nîye, pêtan ełêm
çon bûn be syan!
kawe:
ewe dwanyan
gořhełkenî ejdehakin!
diłnyayn lêyan ke pakin
bełam sêhem!
ebê kê bê min naynasim?
kardux:
min eynasim!
pasewanî koşk û qełay
piř le bełay
ejdehake!
kawe:
ejdehake?!
madya:
ejdehake?!
karda:
pasewanî
koşkî zordar û napake?!
kardux:
pele meken, pele meken
leserxo bin
le xotanewe hełmeçin
bełê, bełê
qeła û koşkî
ejdehake!
bełam merde
dirust, řaste
kuřî çake
kawe:
kuřî çake? amadeye
bêt bo mirdin
kardux:
çaweřwanî ew heleye!
kawe:
madam waye
ew eger bêt
ser çawman bêt
mał be hatnî awaye!
madya:
eme waye!
karda:
xoşewîstîy hemuwanî
pê řewaye!
madam waye
- pişûyek -
«sara dête jûrewe, kase doyekî gewrey be desteweye legeł destewareyek nanda, kawe lêy wer’egrê û leber demî mîwanekanda day’enêt»
sara:
êwe mîwanî nawext bûn
gileyî leser xotane
ke bêbext bûn
kawe:
fermûn, fermûn
«dest eken be xwardin, pişûyek exayenêt»
«gurdo be pele dête jûrewe řû ekate hemuwan»
gurdo:
řêbwarêkî nasyawim dî
berew girdî serû eçû,
şipirze bû, şiłeja bû
ke lêm pirsî
çirpanî be gwêma witî:
le bendekanî naw zîndan
beyanîy zû
şeş ḧewtêkyan hełwasîwe
yekêkyan kuřî ew buwe!
legeł qiseda firmêskî
bom heł’eřişt
bedem giryanewe û řoyşit
kawe:
kuř û em şewe her ebê
beser biçê
direng bê û zû
to êşkî ber derga bigre!
pasewan be
be’aga be
gurdo:
bełê, babe
nek pasewan
biłê bimre
«eyewê biçête derewe kawe bangî ekatewe»
kawe:
kuřim gurdo
em berdestaneş hełgire
«gurdo berdestekan heł’egrê û legeł xoyda eyanbate derewe»
- pişûyek -
«tabloy bêdeng hemûyan le yektir nizîk ebnewe, be bêdengî lenaw xoyana dest eken be giftugo, le řêy bizûtnewewe û cûłanewey dest û dem û çawyanewe ewe der ekewê ke xerîkî dananî pîlanî řapeřînin. em hełwêstî bêdengîye tabloyekî taybetîye û nîşaney îşkirdinî nihênî û wiryabûneweye, maweyek exayênêt»
kawe qonaẍî bêdengî eşkênê û heł’esête ser pê û ełêt:
kawe:
«be diłnyayî û biřwayekî behêzewe»
înca, îtir qisey ziman
legeł qisey diła yek kewt
înca îtir diłnyayî
xorî biřway tewaw berkewt
le êstawe řojî hestan
beser dîlêtîya serkewt
le êstawe paşe řojî
řûnakîman hat û derkewt
- pişûyek -
xiłtey diroy efsanekan
ta dwênê mêşkî girtibûyn
nîzay řû le firîştekan
destî kirdewey bestibûyn!
ta dwênê bû le kejawey
cadûy dujmina nûstibûyn!
- pişûyek -
kardux:
wa hestawîn
gyanman leser lepî desta
serîş ta ser le pênawîn!
madya:
biřyarman têkeł be xwêne
xwênman awêtey biřwaye
biřwaman wek xor řûnake
beharî awatî tyaye
encam serî ejdehake
karda:
encam, pake
emrîn bo ewey deẍił û dan!
bepîttir bê
şîrî naw dinkî piřtir bê
emrîn bo ewey ke jyan
bo newey hatû xoştir bê
emrîn… bo ewey ke minał
bizey lêwî bijî û nemrê
le koşî germî daykêtî
îtir nekirê!
kawe:
eger mirdîn be leş emrîn
boye maławayî nakeyn
boye nagrîn
boye firmêskî zebûnî
hergîz nasřîn
eger mirdîn
eger lem řêyeda kujrayn
lepaş xoman emanbînin
be gyan dest le miltan ekeyn
ejîn le naw derûntana
le naw bîlbîley çawtana
le dengitana
le hełbest û witartana
le payîz û behartana
ême ejîn legełtana!
kardux:
le zeng edeyn
demarî siř ebziwênîn
leser lûtkey berz bang edeyn
gel le zordar ewrûjênîn!
kûrey jyan ecoşênîn
em dinyaye exroşênîn
le zeng edeyn
ebîn be ba û tof û baran!
be birûske, be çexmaxey
tîjî asman!
bo dagîrker ebîn be jan
janî mirdin!
janî tefrutûna kirdin!
madya:
pêşman witin, piştiman kêye?
piştiman kêwî agirîne
biřway zîndûy řapeřîne
meçekî gişt hejarêkî
tirsinake!
karda:
piştiman hemû dujminêkî
ejdehake!
gurdo:
«gurdo dête jûrewe»
babe şwanî ajełekan
beřêweye hat bo latan!
kawe:
her xoyetî?
gurdo:
be taqî tenya xoyetî
«gurdo eçête derê»
«karun dête jûrewe»
karun:
direng hatûm
xom ezanim ke dwakewtûm
bełam bêdeng
destewestan
danenîştûm!
kawe:
çît kirduwe?
merdux:
çît bîstuwe?
karun:
ew dîwî şax hemû piřn
le ser têzî řapeřînin
dax le diłn
çaweřwanî derfetêkin
çaweřwanî fermayştî
řaberêkin!
madya:
aram bigirin!
karda:
aram bigirin!
karun:
aram nagirin!
leme zyatir xo řanagirin!
êcgar piřn
kawe:
biřyarman da!
karun:
çî bû biřyar?!
kawe:
hełmet bo ser qełay zordar
madya:
hatnedîy biřyar nizîke?!
karun:
çi řojêke, çi katêke!
karda:
zor nizîke!
karux:
zor nizîke!
karun:
mijdem benê çi katêke?
kawe:
legeł mirdinî zistana
katê piştî serma eşkê
le kwêstana
katê gopkey dirextekan!
ser der’eken!
katê herd û deşt û nizar
bergî mijdey sewzî jyan
le ber eken!
katê huzar
le asoyekî berîna
le şeqey bałî berz eden
bo seretay dyarî behar!
beste ełên
kawe:
çendî mawe berî azar?
çend řojî tir
pê enêyne werzî behar?
kardux:
her tenha çwar
çwar řojî tir!
madya:
ya eweta emsał behar
beharî serkewtin ebê
karda:
yan eweta mirdin ebê!
karun:
mebest jyane yan mirdin!
- pişûyek -
karî řapeřîntan beş kird!
ey min çî bikem?!
kawe:
çimkî azayî û pyawetî
be lada ke!
biçorewe bo şax û kêw
xełk hoşyar ke
nûstû hemûy xeberdar ke!
karun:
cêgay yekgirtinewe kwêye?
kawe:
kardux pêt ełê ke kwêye
kardux:
pêş řoştinit xom etbînim!
karun:
wa min eřom le zeng edem
leser lûtkekan bang edem
bangî azadî û ceng edem
kawe:
be serkewtin!
kardux:
be serkewtin!
madya:
be serkewtin!
karda:
ta katî be yek geyştin!
«karun eçête derewe»
- pişûyek -
madya:
řoj direng bû êmeş biřoyn
karda:
wa çaktire
kawe:
pele meken!
hêşta zû bû
karda:
kat direng bû
merdux:
hestin biřoyn, yek le dway yek
«heł’esin û yek le dway yek eçne derewe»
«kawe maweyek be bêdeng hatuço ekat»
le dwayîda leber xoyewe:
kawe:
řaste, řaste
řêgey em hełmete sexte
bełam ewey eydořênîn
her pêwende, her zincîre!
her kotî qaç û gerdine!
betenya tewqî mirdine!
- pişûyek -
«piştikoy hawřêy gurdo be piřtaw xoy ekat be jûra»
piştiko:
agam lê bû
sê çwar serbazî ejdehak
gurdoyan girt
pêwendyan kird
bo zîndanî tarîkyan bird!
kawe:
«eşłejê û le piştiko eçête pêşewe û ełêt»
key, key, çon bû
gurdo ta îste lêre bû
piştiko:
wekû witim çawim lê bû
lepaş ewey destbestyan kird
lepaş ewey têryan lêda
pêwendyan kird!
kawe:
xo neyankuşt?!
xwênit nedî?!
piştiko:
ewey ke dîm her ewe bû
ke pêm witî!
«kawe letawa ekewête lêw kiroştin, tewaw şipirze ebêt, piştiko qeyrêk ewestê û eçête derewe»
«kawe dête pêşî şanowe».
kawe:
eme ḧewt kuř
ḧewt karesatî cergibiř
eme ḧewt kuř!
aram îtir
çon etwanê leme zyatir
xoy řabgirê
tołe, dan be xoyda bigrê
leme zyatir çon etwanê
- pişûyek -
lepaş dwa kuř
lepaş gurdo
çîm ma îtir
«řû ekate danîştuwan»
êwe biłên, çîm ma îtir?!
- pişûyek -
bo sařêjî ḧewt birînim
bo sařêjî hezar zamî
dem be hawarî dêrînim
hêrş ebem legeł «gel»a
řa’eçłekim
eçme gerûy nehengewe
tenha çekim,
çekî biřway nebezîne
tenha řêge, řapeřîne
amanc, serî ejdehake
bem mistane eypijênim
amanc, kotî dîlêtîye
day’emałim, eypiçřênim!