saqî le perde derhat camî şerabî hêna

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  3380 Dîtin
saqî le perde derhat, camî şerabî hêna
dił xîre ma le ḧîret, meh aftabî hêna
yek zeře ’eksî peřtew derkewt û tûrî sûtand
ayîne sextiřû bû lew ’ekse tabî hêna
tîmarî çakî sînem řacî’ be çawî meste
bextîş mwafqî ’îşq bo min xerabî hêna
yarim le der derûn hat destî řeqîb le desta
ẍemnak û şadmanim řeḧmet ’ezabî hêna
bo tobe sûyî mescîd hatim biçim leřêda
bo koyî meyfiroşan ’ezmim şitabî hêna
řû her le min depoşê wa ḧałîye ke cîbrîl
her xasse bo min û ew ayey ḧîcabî hêna
weh weh çi meclîsê bû dwêşew le dîde û dił
diłber şeřabî gêřa salimNasnava edebî kebabî hêna