80- ’ebese

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  607 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) girj bû, řûşî wergêřa!

2) ke bê çaweke hate lay.

3) to çuzanî! beşke wîstî pabêtewe.

4) ya pend bigrê û ew pende behrey pê bida.

5) ke çî ewî xoy bê nyaz dezanê,

6) her bewewe xicił debê.

7) eger pakîş nebêtewe, gunahê leser to nîye.

8) bełam kesê behełedawan dête lat,

9) her ewîşe tirsî heye.

10) to xotî lê dexafłênî.

11) qet wa meke! çun em nîşanane pendin.

12) kê ḧez bika amojgarî lê werdegrê.

13) le nawendî lapeřekanî hêjada,

14) be pakjî hełgîrawin.

15) be destî řaspardegelî,

16) hełbijardey be’emeg [nûsrawetewe].

17) dek ew miroye bekuş çê, ke hîçî deçawanda nîye.

18) le çî dirustî kirduwe?

19) le diłopêk wedî hêna û endazeşî bo danawe.

20) paşan řêgeşî bo xoş kird.

21) ca mirandî û le gořî na.

22) dwa car her ga meylî lê bê, dîsan zîndûy dekatewe.

23) bełam nexêr! be çî fermanî pê dawe, hêşta becêy nehênawe.

24) dey ba miro biřwanête xorakî xoy.

25) ême xoman awekeman bo řijtuwe, be řijandin.

26) paşan em herdeşman qełaşt, be qełaştin.

27) ewsa daneşman lê řwand.

28) řez û sewzayîş herwetir.

29) bine zeytûn û dar xurmaş.

30) baẍistanî çiř û piřîş.

31) mîwe û leweřî çayerîş.

32) bo bijîwî xotan û małateketan.

33) hergaş guřjinî beqewhat.

34) ewê řojê bira le biray řa deka.

35) le daykîşî û le bawîşî.

36) le hawserî û le cigergoşekanîşî.

37) lew řojeda her kesê karî xoy heye û nayperjête ser kesî tir.

38) dîmî wa hen - lewřojeda - sûr û sipî dyarî deden.

39) dem be pêkenîn û şadin.

40) hêndê řuş hen - ewê řojê - tozî meynetyan lê barin.

41) qurim û syan day poşîwin.

42) ewanen xwanenasanî le dîn lader.