81- tekwîr

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  674 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) wextê ke xor topeł kira [û řeş hełgeřa],

2) wêca hemû hesarekan pejmeran û werênderan,

3) kejanîş le şwênî xoyan xizêndiran,

4) lew kateşa wiştiranî leser zanê bê xo kiran,

5) hergaş lawir û canewer le aqarêka ko kiran,

6) helê hemû deryakanîş hełçun û têkeł be yek bûn,

7) katê hemû gyanekanîş wilfî yek bûn,

8) le dotî zînde be gořîş pirsyar kira:

9) be kîjan gunah gujawe?

10) hergaş namey kirdewekan kiranewe,

11) ke asmanîş wela bira,

12) her demêkîş kiłî dojehê nêł dira,

13) beheştîş we nizîk xira,

14) hemû kesê dezanê ke çî legeł xoya hênawe.

15) sa swênd exom bew hesare geřokaney,

16) xul dexon û degeřênewe naw lane;

17) bem şewe ke tarîk dadê,

18) be sipêde, katê ke henasey pêda dê,

19) em quř’ane - bê gumane - qisey řaspêrawêkî zor mezne.

20) zor behêze, lay xudê text, cêdare.

21) qisey deřwa, lewê cêgey mitmaneye.

22) hawřêkeştan lêwe nîye.

23) bê soye ke le asoye be řoşnî dîtûyetî.

24) le dirkandinî nihênîş çikûs nîye.

25) ewî êjê, hîçî qisey şeytanî derkiraw nîye.

26) sa êwe berew kwê deçin?

27) em quř’ane herpende bo xełkî dinya.

28) bo herkamtan ke byewê şwênî řêgey serřas kewê.

29) bewîstinî xoştan nîye, megîn xuday perwerindey giş cîhanê, xoy ḧez bika.