79- nazî’at

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  518 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) swêndeke bew hesaraney ke hełdên û awa debin,

2) bewaneş ke le asoyê bo asoyekî tir deçin,

3) bewaneş ke wek melewan mele deken,

4) bewaneş ke bo pêşbiřkê pele deken,

5) swênd bewaneş ke tevbîrî karan deken,

6) lew řojeda lerzên [zemîn] delerzênê.

7) îtrîşî bedûda dê.

8) lew řojeda diłanêk zor herasanin.

9) çawanîşyan sîs û kizin.

10) êjin: axo demangêřnewe ser zemîn?

11) lepaş ewe ke çend pêşeyê kilor bûyn?

12) êjin: îtir eger wa bê, em wegeřane dořane.

13) keçî eme her karî yek nareteye.

14) ewsa lepiř, wew byawane ekewn.

15) axo serguruştey mûsat bo hatuwe?

16) ke perwerindey gasî kird le şîwî pîrozî «twa».

17) berew fîř’ewn řê kewe; ew le endaze derçuwe.

18) pêşî bêje: axo tway pak bibyewe?

19) minîş berew perwerênit řêt şan dem û lêy bitirsî?

20) ewsa bełge here gewrekey nîşan da.

21) baweřîşî pê nekird û eşqya bû.

22) lepaşa piştî tê kird û destî kirde teqala dan.

23) îtir xełkî ko kirdewe û cařî kêşa.

24) witî: emin perwerênî here payeberiztanim.

25) ewsa xuda gîrodey azarî pesłan û dinyay kird.

26) bêgumane lem baseda derzê heye bo her kesê ke etirsê.

27) axo çê kirdinî êwe dijwartire, yan ew ezmêney ew dirustî kirduwe?

28) qewarey berz kirduwe û lebarî kird.

29) şewekeşî tarîk kird û çêştengawîşî lê derxist.

30) lepaş ewe em herdey be tildanewe pan kirduwe.

31) awî lê hênaye der û cê leweřî lê peyda kird.

32) kêwatîşî beptewî lê damezrand.

33) bo kam wiřewa lê bûnî xotan û bo ajełîştan.

34) her katêkîş beła here gewreke hat,

35) lew řojeda miro we bîrî dêtewe çîy kirduwe.

36) cehendemîş bo her kesêkî debînê, dête berçaw.

37) ca her kesê ke serbizêwî kirduwe û,

38) jînî dinyay bijarduwe,

39) dyare cehendem cêyetî.

40) bełam kesê le gewreyîy perwerindey xoy tirsawe û le arezûy diłî xoy wazî hênawe,

41) dyare beheşt enway ewe.

42) łêt depirsin: řojî seła key û le kwê dademezrê?

43) to çon lem barewe dedwêy?

44) her perwerindey to katekey dezanê.

45) to her tenya tirsênerî bo kesê ke lêy detirsê.

46) ewê řojê ke deybînin, wa têdegen beder le êwarey řojêk yan çêştanê nemawnewe.