78- nebe’

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  576 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) le çî le yekdî depirsin?

2) le dengûbasekey mezin;

3) ewey ewan leserî miştumřyane.

4) nexêr [hîç pirsî pê nawê] zû dezanin.

5) hemîsan [pirsî pê nawê] zû dezanin.

6) edî ême em herden nekirde řayex?

7) kej û çyakanîş sîngan?

8) êweşman cût wedî hêna.

9) xewîştanman kirde hoy ḧesanewetan.

10) şewîşman dana bo poşak.

11) řojîşman kirde hoy jyan.

12) le serûştan ḧewtî pitewman damezrand.

13) çirayê zor be wirşewrşiman wedî hêna.

14) lew hewrane - ke baraneyan pêweye - awî bexuřman dařjand;

15) heta dexił û řwekî pê bixeyne řû.

16) daristanî çiř û piřîş.

17) bê so řojî heławardin, katî bo dyarî kirawe.

18) her ew řojey de kełeşax demêndira, ewsa pol pol peydaw debê.

19) em ’ezmane dekirêtewe û derga derga debêtewe.

20) kejekanîş le şwênî xo xizênrawin û giştî bûne tirawîlke.

21) bêşk dojeh beregeye;

22) bo serbizêwekan, cê geřaneweye.

23) lewêda bo maweyê zor qetîs debin.

24) lewêda ne xew deçêjin ne vexarin.

25) megîn awekuł û zûxaw.

26) padaşêkî hember [bekirdewekanyan].

27) çun ewan hêvîdar nebûn lêpirsîneweyek hebê.

28) nîşanekanî êmeyan - zor be tundî - be diro dana.

29) jimarey hemû şitîşman her be nûsrawî lelaye.

30) sa biçejin; ewî botanî zyad ekeyn, her tenya cezrebe dane.

31) bo parêzgaranîş cêgey be awat geyîştin heye:

32) baẍistan û řêzî řezan.

33) pole kîjî memk xiřî hawtemenîş.

34) pyałey piřîş.

35) lewê hewante nabîsin û yekdîş naxene dirowe.

36) xełatî perwerindey to, bexşişî beserubere.

37) perwerênî ’asmanekan û zemîn û herçî lenaw ew dwaneye; ew xudayey řozî dere, hîçyan naşên bîdûnin û bîdwênin.

38) řojêkî ke cubřa’îl û firiştekan hemû be řêz řawestawin; na’axêwin megîn kesê lewřa widmî pê dirabê, ewîş qisêkî çak bika.

39) wê řojê řojî řastîye; sa her kesê ke pêy xoşe, ba řêbazî geřanewe berew lay perwerindey xoy bigrête ber.

40) ême le cezrebeyêkî ke nizîke, tirsin weber êwe nawe. wêřo miro çaw bo ew şite degêřê ke pêşe xoy nardûyetî. her kesîş xuday nenasî her dibêje: ey kaşkaye ax bûmaye.