66- teḧrîm

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  688 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey pêẍember! bo ew şitey xuda be toy řewa dîwe - bo diłdarîy jinekanit - le xotî nařewa dekey? xwa debûrê û dilovane.

2) ewa xuda biřyarî da be hełweşanî swêndanû. her xuda meznî êweye û her xoy zanay lekarzane.

3) ewê carê ke pêẍember lay biřê le hawseranî qisêkî be sirte dirkand. ca wextê wê ewey wit be [hewêkey] û xwaş pêẍemberî têgeyand; pêẍember hêndê lew nihênîyey gut û le hêndêkî wazî hêna. wê go: eme kê be toy gut? gutî: zanay agadar pêy řageyandim.

4) baş eweye ke herdûktan berew xwa bigeřênewe. dyare diłtan berew nařewa lay dawe. ger le dijî em bibne yek, ewsa xudê meznyetî û leme bewla cubra’îl û baweřdaranî berketî û firiştekan, piştî degirin.

5) eger êwe tełaq bida, şayeta perwerindey ew jinanî lengo baştirî - lebatî êwe - bidatê; jinanêkî gerdinkeçî bebaweřî ber fermanî le xirape pejîwanî xwaperistanî řojûgir, le bêwejnan û kîjan.

6) ey gelî xawen baweřan! xotan û kes û karîştan lew agire biparêzin ke sûtenî le merdim û le tewene. firîştey be zebir û zeng û tundutîjî pê řadegen; xwa çonyan ferman pê bida, le fermanî der nakewn û herçî bewanî despêrê becêy dênin.

7) ey ewaney xwanenas bûn! emřo tewazî pê nawê. dyare herçî kirdûtane her lewe cezatan dedrê.

8) ey gelî xawen baweřan! berew xwa bigeřênewe, geřanewey řast û dirust; şayeta perwerindetan gunahû leser laberê û bûnêrête naw baẍatêk cobaryan beberda deřwa. lew řojeda xwa pêẍember û ewaney wel ew baweřyan hênawe, sûk û henase sard naka û tîşkî ewan lepêşyan û le alîy řastyanewe tevgeřyetî û êjin: ey perwerindeman! tîşkekeman bo zyatir ke û lêman xoş be; xot leser hemû şit twanay.

9) ey pêẍember! wel ew xudanenasane û ew dûřazane ceng bike, zebir û zengîşyan nîşan de. enway ewane agire û çarenûsyan zor xirape.

10) xwa jinî nûḧ û jinî lût - bo ewaney xwanenasin - be nimûne dênêtewe. hertik lebin dû ’ebdî çakî ême bûn, ẍeyanetyan degeł kirdin. neyantiwanî le lay xuda hîç şityan derbare biken. witra: êweş biřone naw agirewe, wêřay ewaney deyçinê.

11) xuda jinekey fîr’ewnîş - bokesanî xawen baweř - be nimûne dênêtewe. ke leber perwerindey xoy pařayewe: to le lay xot le beheşta małêkim bo dyarî bike û řizgarim ke le fîr’ewn û kirdewey ew; le komełî naheqanîşim řahî ke.

12) meryemî kiçî ’îmřanîş, ewey şermî le karî şûreyî parast. ewsa ême le fûy xoman têman demand; be witar û kitêbanî perwerindey biřway hêna û le řêzey fermanberan bû.