67- mułk

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  647 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) meznayetî û payeberzî bo ew kesey, xunkarî be des xoyetî û leser hemû şit twanaye.

2) ewe ke mirdin û jînî dahênawe, ta êwe taqî katewe kamtan akarî cwantire. her ewîşe lêburdey xawen destełat.

3) ewkesey ḧew asmanî çîn leser çînî sazdawe. le deskarî ew xudayeda hîç nařêkîyek nabînî. carêkî tir timaşa ke, axo qełşêkî têdaye?

4) dîsanewe çawî pêda bigêřewe. somay çawit be damawî û be řamawî berew xot degeřêtewe.

5) ême asmanî dinyaman be zor çira řazandewe. kirdîşmanin be keristey řawedû nanî şeytanan. azarî giřpedarîşman bo saz kirdun.

6) bo ewaneş ke biřwayan be perwerindeyan nîye, cezrebey cehendem heye û ay çi encamê xirape!

7) ger deyanhawîne nawî, nêłenêłî cehendemyan gwê lê debê û her hełdeçê.

8) wexte le daxa şeq berê. ta cûnêkî tê dawêjin, gizîrekanî cehendem pêyan êjin: axo êwe tirsênertan nehate la?

9) êjin: bełê, tirsêner hatbuwe laman; ewsa baweřman pê nekird û gutman: xwa hîç şitî nenardote xwar; êwe bê so lenaw gumřayî gewredan.

10) eşłên: eger gwê bîs bayn yaxo tê geybayn, nedebûyne yaranî em agirdane.

11) awa gunahanî xoyan pê lê denên. hey le arada nemênin em hewałanî dojehe!

12) ewkesaney - le nedîde - le perwerênyan etirsin, lêxoşbûn û padaşî gewreyan heye.

13) êwe sirte qise biken, yan we dengî berzî bêjin, ew le řazê ke be diłanda debûrê agadare.

14) axo kesê afrandûye, çon nazanê? wirdîlebîn û agadar, her xoyetî.

15) ewe ke em zemîney bo kewî kirdûn, şanewşan têyda bigeřên û le bijîwekey bixon. hestaneweş bo lay ewe.

16) axo êwe lew kesey le asmane tirsû nîye, ke be herda řotan berê û lepiř zewîn bête lerîn?

17) axo êwe lew kesey le asmane tirsû nîye, bařnêkî zîx û çewtan lê hełbika? ewsake zû pêdezanin heřeşey min çito buwe.

18) xo ber lewaneş her hebûn be nîşanekanî minyan biřwa nebuwe; sa çonyan be gijda hatim.

19) axo ewan ew melaneyan nedîwin ke leserûy ewanewe lengeryane û bał lêk deden? ẍeyrez xuda kê detwanê řagîryan ka? xuda bo xoy le hemû şit çawedêre.

20) axo beẍeyrî ew kêye supa û yarîdedertan bê? nexêr xudanenasekan [bexobînî] xełetawin.

21) edî kêye ew kesey bijîwtan deda, eger bijîwî lê biřîn? nexêr ewan leser xo be zil zanîn û řewînewe pêdagirin.

22) axo kesê demewřû be herda dexşê çaktir be řêge dezanê, yan ew kesey be asayî beser řasteřêda deřwa?

23) bêje: ewe ke êwey wedî hênawe û goş û çem û diłî danê. êwe kemtir şukirê deken.

24) bêje: ewe ke êwey lem zemîneda perj û biław kirdotewe; lay ewîş ko dekirênewe.

25) deşłên: eger êwe řastin, ew bełênew key dête cê?

26) bêje: tenya xuda leme agadare. min her ewendem lesere pêtan bêjim: debê le xuda bitirsin.

27) ca ew katey le nizîkewe deybînin, xwanenasan çiř û çawyan girj debê û pêyan êjin: wa emeye ke êwe dawatan dekird.

28) bêje: be min bêjin eger, xuda min û ew kesaney legeł minin lenaw berê, yan ber bezeyîy xoyman xa, dey sa kê xudanenasan le êş û jan deparêzê?

29) bêje: ewe xway diława; baweřîman pê hênawe û xoman her bew siparduwe; engoş her bîna zanîtan kê aşkira gumřa buwe.

30) bêje: be min bêjin eger aweketan řo çû benaxî zewîna, ewsa kê awî zełałî řewantan de firya dexa?