65- tełaq

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  744 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey pêẍember! eger jinanû tełaq dan, maweyekyan bo dyarî ken û bîbjêrin. le xuday perwerindetan şerim biken. le mał xoyan deryan meken; derîş neçin. ca megîn her be aşkira karêkî şûreyî biken. eme kewşenî xudaye û herkê le kewşenî xuda bewlatir çê, naheqî lexoy kirduwe. to çi zanî, lewaneye lepaş eme xwa şitê tir wedî bênê.

2) sa her katê mawekey xoyan beser bird, ewsa be terzêkî pesind řayangirin yan lêyan cya bibnewe; be şêweyê ke lenaw xotanda bawe. dû kesî řast û dirustîş her le xotan lem kare agadar biken, ke şayetî bo xwa biden. herkê biřway be xwa û řojî seła heye, beme amojgarî dekirên. herkêş le xuda bitirsê, derwêkî lê dekatewe.

3) le şwênêkewe bijîwî bo denêrê ke be xeyałîda naye. herkê xoy be xwa bispêrê, ewî bese; xwa be mebestî xoy dega. dyare xuda bo her şitê endazeyekî danawe.

4) ew jinanew ke le ’uzir pêdahatin nahêmnin û ewaney ke ’uzir naşon - er şiktan bû - eşê sê mang çawenoř bin. ewaneş ke sikyan heye, mawey çawenořîyekeyan dananî sikekeyane. herkêş le xuda bitirsê, xuda karî hasan deka.

5) eme fermanî xudaye bo êwey nardote xwarê. herkêş le xuda bitirsê, xetakanî dadepoşê û padaşî gewrey dedatê.

6) le herkiwêda xotan dejîn - beranber be des řoyntan - cêy ewanîş bikenewe. hêndeşyan zor bo mehênin ke byanxene tenganewe. ger minałîşyan le sikda, êwe lêyan bext biken ta sikekeyan dadenên. ewsa eger şîryan da bemnidałekew, kiray xoyanyan bidenê û lenaw xotan beterzê řewa pêk werin. xo eger pêkîş nehatin, ba yekê tir boy şîr bida.

7) kê daraye ledarayîy xoy bext ka û kêş bijîwî kem pê geywe, lewendey xuda pêydawe bext bika. xuda erk naxate ser kes, megîn lewendey pêy dawe. xwa zû lepaş tengane ferḧanî dênê.

8) şargelî zor le fermanî perwerindey xoyan û pêẍemberanî weder kewtin; ewsa pêman bijardinewe; bijardineweyêkî zor tund û azarman dan be azardanêkî dijwar.

9) îtir akamî akarî xoyan çeşî û hemû berhemî kirdeyan her zyan bû.

10) xuda boyan cezrebey zortund witîjî amade kird. desa ey xawen awezan ewaney xawen baweřn, eşê le xuda bitirsin. ewa xuda qur’anî bo nardûne xwar.

11) pêẍemberêkî narduwe ke nîşane řûn kerewekanî xwatan bo wexwênê, ta ewaney bebaweřu akar çakin letarîkayî derbixa û berew řoşnakyan berê û herkêş be xway biřwa hebê û akar çak bê, deynêrête naw baẍatêk cobaryan beberda deřwa û her û her, her lewê debin. dyare xuda bijîwê başî dedatê.

12) ewxudayey ḧewt ’ezman û wek ewaneş, zemînî wedî hênawe; fermanî benêwanyanda dêt û deçê. ta bizanin xwa bo hemû şit twanaye û zanistî xwa hemû şitî dewre dawe.