56- waqî’e

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  821 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) herga řûdaweke řûy da,

2) kes natwanê lew řûdawe ḧaşa bika.

3) berz deka û nizim deka;

4) katê zewîn řadetłekê be řatłekan,

5) kejîş dehařên be hařîn,

6) le çeşnî toz biław debin,

7) êwe dekirêne sê tîre:

8) tîreyekyan destî řastî û bextyarin.

9) tîrey tiryan destî çepî û negbetbarin.

10) tîreyekîş le pêşewen, wepêş kewtûn.

11) ke ewane le êmewe nizîk kewtûn.

12) le baẍatî tijî le xoşîda dejîn.

13) beşêk lewane pêşîne,

14) kemêkîş lewanî paşîn,

15) leser textî cewahîr bend,

16) hember beyek pał dekefin.

17) taze lawî hemîşe law, le dewreyan dên û deçin.

18) be zerk û be tunge û pyałe, badey řewan le serçaweyan dedenê.

19) ne le xumar seryan dêşê û ne awezîş ledest eden.

20) mîwecatîş, herkamî hełî debjêrin,

21) goştî melîş, lewaney arezûy deken,

22) kîjî sipî çaw bełekîş,

23) hemû êjî mirarîn lenaw qapořda,

24) padaşî kirdeweyane.

25) ke lewêdan, ne qisey herze debîsin, ne witarêkî nařewa.

26) megîn dirûd le yektir ken û weramî pê bidenewe.

27) ewî tîrey desteřastin; ewan çon bextewerêkin?

28) lay dar kinarî bê çeqiłn.

29) mozî pał pêkewe dirawîş,

30) sêberêkî bê biřaneweş,

31) awîş heruher řewane,

32) mîweş zor û zebendeye,

33) ne dwayî dê û ne pawane,

34) nwên û banî berz û nerim,

35) ême xoman kîjekanman betaybetî berhem hêna;

36) biřyarman bo dan her kiç bin.

37) şû xoşewîs, hawtemenin,

38) beşî desteřastîyekanin.

39) hêndêk lewanî pêşîne;

40) hêndêkîş le paşînekan.

41) ewaneş ke destey çepin, tûşî çi negbetêk hatûn?

42) wan le nawend giřeba û awakelîda.

43) çiře dûkeł sêberyane.

44) ne fênkayî têda heye, ne leberî desênewe.

45) çunke ewan le dinya xoş guzeran bûn.

46) leser gunahanî gewre pêdagir bûn.

47) eşyanut: axo ger ême bûyne xoł û çend pêşeyek, dîsan zîndû dekirêynewe?

48) yan bav û kalanî ême?

49) bêje: bê şik, ewî lepêşûda bûn û ewanî le dwayî hatûn,

50) be komeł ko dekirênewe; le jwangey řojê ke dyarî kirawe.

51) ewsa êwe ey gumřayanî bê baweř!

52) debê berî darî jeqnemûtê bixon.

53) gedetanî lê piř biken.

54) ewsa awakelî be ser ewda wexon;

55) wekû çon wiştirî tînû bête ser aw.

56) řojî jimar wayan mîwandarî dekirê.

57) ême êweman dirus. kird, sa bo çî baweřtan nebû?

58) axo êwe ew awî şawetew dîwe, ke deyřêjin?

59) axo êwe wedî dênin, ya ne ême wedî dênîn?

60) ême biřyarî mergiman botan dawe û kes wepêş ême nakewê;

61) ke be çînêkî wek êwe wetan gořîn û terzêktan saz bideynewe, ke êwe haytan lê nîye?

62) xo êwe le dirust bûnî yekem cartan agadarin; dey bo hîç bîr nakenewe?

63) axo ew tomey deyçênin, dîtûtane?

64) pêtan waye êwen ke berhemî dênin, yan ême botan deřwênîn?

65) ger ême bimanwîstaye, demankirde pûşî berba; ewsa êwe seyrû dekird.

66) dewgut: ême dořandiman;

67) bełkû bê beş mawînewe.

68) axo ew awetan dîwe, deyxonewe?

69) axo êwe lew hewrewe nardûtane, yan ême boman barandûn?

70) ger ême bimanwîstaye, demankird be awêkî tał; deysa bo şukirane naken?

71) axo ew agirew dîwe hełî deken?

72) êwe darî agireketan dirus kird, yan ême wedîman hêna?

73) ême ewman kirde hoy bîrewerî û beřêweçûnî jyanî herdegeřan.

74) sa to nawî perwerindey meznî xot, her be pakî û dûre kemayesî bêne.

75) desa swêndim bew şwênaney estêreyan lê hełdên û awa debin,

76) bê guman - eger bîzanin - eme swêndêkî gewreye.

77) bê gumane eme qur’anî beřêze.

78) le nawerokî nûsrawêk weşêrawe.

79) ẍeyrez pakan kes natwanê destî lêda.

80) le dahênerî dinyawe nardirawe.

81) axo êwe bem qise gemetan dêtê?

82) dîkene bijîwî xotan, ke baweřî pê nahênin?

83) edî satê mirdin quřquřagey girtûn,

84) êweş çawenořî mergin.

85) êmeş ewsa zor lengoy lê nizîktirîn; bełam her êwen nabînin.

86) ewsa eger pêtan waye nakewne ber pirsînewe,

87) eger latan waye řastin, de le mirdinî wegêřn.

88) bełam ewey nizîkî êmeye û demrê,

89) le padaşa desêtewe û, deçte beheştî piř xoşî.

90) egerîş lew kesane bû ke degeł deste řastanin,

91) dirûd bo to, lew kesaney deste řastin.

92) bełam eger lewane bû ke baweřyan nehênawe û gumřa bûgin,

93) le awakelî mîwanin.

94) deşîbene dojehewe.

95) bê guman řast her emeye.

96) sa to nawî perwerindey meznî xot, her bepakî û dûre kemayesî bêne.