57- ḧedîd

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  878 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) herçî heye le ’asmanekan û zemîn, giştî pesnî xuda deden; ewîş xawen destełatî lekarzane.

2) em ’asmanane û zemîne hemû berfermanî ewn. zîndû deka û deşmirênê û leser hemû şit twanaye.

3) pêşû ewe û, dwayî ewe û, leber çawe û nadyare û, le hemû şit agadare.

4) em giş ’asmanan û herdey be şeş řojan wedî hêna û lepaş ewe, leser textî fermanřewayî damezra. herçî be zewîda řoçê û herçî lêy weder bikewê û herçî le ’asman dête xwar, herçî pya ser dekewê, ew deyzanê û le her kwê bin, degełtane û xwa kirdewetan debînê.

5) le ’asmanan û zemînda destełat her bedest ewe û hemû karêk debrênewe bo lay xuda.

6) şew de řojê hełdekêşê û řojê denaw şew řadeka û le nihênî hemû diłan agadare.

7) biřwa bênin be xuda û pêẍemberî xwa û lew małey boy hêştûnewe, le řay xuda bext biken. ew kesaney le êwe, xawen baweřn û mał le řay xuda debexşin, padaşî meznyan heye.

8) edî çîtane baweřî naken be xwa? ke çî pêẍemberîş dawatan lê deka, ta be perwerindey xotan biřwa bênin. eger baweřîtan hebê, êwe peymanû pêdawe.

9) her ewîşe çend nîşaney dyarî derey bo ser ’ebdî xoy narde xwar, ta le tarîkî derû xa û berew řûnakîtan berê. ke xwa sebaret be êwe diłsozêkî dilovane.

10) dey çîtane małî xotan leřay xuda bext naken? ke her şitêk le asmanan û zewîdan, her bo xuda demênnewe. ew kesaney lepêş girtinî mekkeda małî xoyan bext kird û degij neyarekanřa çûn, payey here berzyan heye; degeł ew kese wek yek nîn ke le paşan małî xoy bext kirduwe û degij dujminanřa çuwe. ke hemûşyan xuda bełênî pê dawin çakeyan derbare deka. xuda le her karê deyken, agadare.

11) kêy wa heye wamê řewa bida be xwa ta çend qatî bidatewe û padaşî başîşî hebê?

12) řojêk dê ke to debînî mêrujnî xawen baweř, tîşk danewey kirdeyan pêş kewtuwe û lelay řastyanewe deřwa. xoşî le xotan emřoke deçne naw baẍatêkewe cobaryan beberda deřwa û heruher, her tya debin. emeye behrey zor girîng.

13) ewê řojê duřazekanî mêrujin, we xawen baweřan êjin: êwe laman lê bikenewe ta tirûskêk le řûnakîtan wergirîn. pêyan êjin: berew dway xotan wegeřên, lewê řûnakî peyda ken. îtir ewsa şûreyekyan le nêwan debête lemper, dirgay heye; le jûrewey bezewîye û le derewey cezrebeye.

14) bangyan deken: axo êmeş her degeł êweda nebûyn? êjin: arê; bełam êwe xotan tûşî beła kird û çawenoř bûn û dûdłî lêw negeřa û be arezû firîwtan xward; heta fermanî xuda hat; şeytan êwey be xuda badî hewa kird.

15) îtir emřo ne le êwe û ne lewaney xwanenas bûn serane wernagîrê. cêw agire û her ewîştan pê řewaye û çarenûstan zor xirape.

16) bo kesanê xawen baweř, axo ew deme negeywe ke diłyan bo yadî xuda û bo ew řastey nardûyetî bikurkênê û bederdî ewane neçin ke de pêşda ême kitêbman dabûnê û ewsa lepaş maweyekî zor, tûşî diłřeqî hatin û zorbeyan le řê layan da?

17) ewe bizanin, ke xudaye zemîn zîndû dekatewe, paş mirdinî. zor nîşaney aşkiraman bo êwe řûn kirdotewe, beşkemî êwe tê bigen.

18) bê so pyawan û jinanî xêrumend û ewaneş ke wamî řewa deden be xwa, çend qatyan pê degatewe û padaşî başîşyan debê.

19) ew kesaney be xwa û pêẍemberekanî baweř deken, le řastî layan nedawe. ew kesaneş ke le řay xuda kujrawin, wan lay perwerindeyan û padaşî xoyan pê dega û řoşnakî xoyan heye. ewaneş ke naspasin û be nîşanekanî ême baweř naken, ewan yaranî agirin.

20) bizanin, jî le dinyaye her geme û badî hewaye û bo xo be cwan nîşan dan û xo leser yektirřanan û fire bûnî ’ewlad û darayîtane û wek çinawêk be hoy baranewe şîn buwe û werzêrî pê xenî buwe û berebere wişk debê û debînî zerd hełgeřawe û le dwayîda bote kawkotî ber ba. lew laş azarî dijwarû lê xoş bûn û řezamendî xuda heye. jînî dinya her mayey xełetandine û çî tir nîye.

21) řike biken bo bexşînî perwerinde û ew beheşteş ke panayî, be panayî em ’ezman û zemîneye û bo ewane amadeye ke baweřyan be xuda û pêẍemberanî xuda heye. em çakeye le xwaweye û derbarey kesêkî deka ke bo xoy meylî leser bê. çakey xuda zor gewreye.

22) her bełayek řû deda lem serzemîne û her bełayek ke beser xudî xotan dê - ber lewey wedî bihênîn - le defterêkda nûsrawe û eme lay xuda hasane.

23) heta êwe bo şitê le destû deçê, xem nexon û be deskewtû diłxoş nebin. xwa her ewaney xoş nawê ke be fîzin û şanazî be xoyan deken:

24) ewaney řijdî deken û xełkîş bo řijdî han deden. her kesîş lasarî deka, xuda ewsa bê nyaze û her şyawî tarîf kirdine.

25) ême pêẍemberanman nard be çend bełgey aşkirawe û wêřay ewan, kitêb û hoy hełsengandinman narde xwar; heta xełk bê cyawazî lenaw yeka řeftar biken. asnîşman nardote xwar, ke hêzî biřiştî zore û zor behrey bo merdim têda û; ta xuda bo xoy bizanê kê le nedyar dête yarî xoy û pêẍemberekanî. dyare xuda xawen hêz û destełate.

26) ême nûḧ û îbřahîmîşman beřê kird; piley pêẍemberayetî û kitêbîşman dabû be netewekeyan. şarezayan lê hełkewt û leřê laderîşyan zor bûn.

27) lepaşan beşwên ewanda gelêk pêẍemberman nardin; dway ewanîş ’îsay kuřî miryemin nard û încîlman pê xełat kird. dilovanî û bezeyîşman xiste diłî peyřewanî; ew řebenyeş ke heyane ême boman nenûsîwin, bo xoyan dayan hênawe. em kareşyan bo řezamendî xuda bû; boşyan nekira wek pêwîste pêkî bênin. ca ewaney lewanda xawen baweř bûn, padaşî xoyanman danê; zorbeşyan le řê lader bûn.

28) ey gelî xawen baweřan! tirsû le xuda hebê û biřwa be pêẍemberî ew bênin. xwa dû sere çaketan derbare deka û tîrêjêktan wepêş dexa; be hoy ew beřêda biřon û le gunahanû debûrê û her ewîşe xetapoş û dilovane.

29) ehlî kitêb wa nezanin lew çakey lay xuda heye, ewan hîç şityan bedeste. çake hemûy lay xudaye û her kesê xoy meylî lê bê be çake dexwênêtewe û ew çakey ke le lay xudaye, zor hêjaye.